HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê 2022-07-30 20:22:01   AMED - HDP'ê gelê Amedê vexwand mîtînga 6'ê Tebaxê ku wê li Qada Îstasyonê li dar bixe.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û krîza aborî û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê li Stenbol û Amedê mitîngên “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” li dar bixe. Têkîldarî mijarê rêxistana HDP'ê ya Amedê li navçeyên  Yenişehir, Sûr û Rezanê belavok belav kirin û gel vexwend mîtîngê.    YENÎSEHÎR   Rêxistina HDP ya navçeya Yenîşehîrê li taxa Şehitlikê belavok belav kirin û bi esnafan re hevdîtin kir û ew vexwandin mîtîngê. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîr û gelek kes tev li xebatê bûn. Girse li seranserê taxa Şehitlîkê geriya. Esnaf û welatiyan piştgirî dan girseyê û diyar kirin ku dê roja mîtîngê li Qada Îstasyonê bin.   RÊZAN    Rexistinên DBP û HDP'ê yên navçeya Rezanê jî ji bo mîtîngê li navçeya Rezanê bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Amedê Meral Daniş Beştaş û Hişyar Ozsoy belavok belav kirin û gel vexwendin mîtîngê. Girse li Kolana Emekê û Sakaryayê belavok belav kirin û dirûşmeyên, "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin û lîrandin.   SÛR    Rêxistina HDP'ê ya Sûrê bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn li gundê Şemamî, Tilik, Embarê û Derweşhesen belavok belav kirin û şeniyên gund vexwendin mîtîngê. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) jî tevlî xebatên bûn.