Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin 2022-07-30 22:45:01     ENQERE - Li Enqereyê bi hevwextî êrişî Cemxaneya Ana Fatma, Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Terekeme hat kirin. Hat destnîşankirin ku berpirsê êrişên plankirî desthilata siyasî ye.   Li Enqereyê, bi hevwextî êrişî Cemxaneya Ana Fatma, Şahê Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelî û Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Terekeme hat kirin.   Di êrişa bi kêran ya li dijî Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Terekeme hat kirin de jinek birîndar bû. Jina birîndar rakirin nexweşxaneyê. Bi keviran jî êrişî deriyên rêxistinên elewiyan hat kirin.   Gel li ber Cemxaneya Ana Fatma ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ku êrişî wê hat kirin sekiniye.   Serokê Komeleyê Mûstafa Karabûdak, li ber cemxaneyê bi kurtî axivî. Karabûdak, di axavtina xwe de diyar kir ku desthilata siyasî, elewiyan dike hedef û wiha got: “Îro roja yekemîn meha Miheremê ye û me zanî ku êrîşê komele û cemxaneyên elewiyên li Enqereyê hatiye kirin. Êriş bi hevwextî hatine kirin. Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku hemû êriş bi plan hatine kirin.“   ‘EM JI ÊRIŞKARAN RE NAHÊLIN’   Karabûdak anî ziman ku êriş bi vederkirina elewiyan, hesabnekirina baweriya wan û kirina siyasetê di ser wan re ya ji aliyê desthilata siyasî ve raste rast eleqedar in û wiha pê de çû: “Desthilata siyasî, ji van êrîşan berpirs e. Ên êriş kirine aşkere ne. Qeydên kamerayê di destên me de ne. Me gilî kir. Em dev ji êrişkaran bernadin. Desthilata siyasî divê êrişkaran bibîne. Mala wan kesan ava ku ji bo piştgiriyê hatin vê derê.  Em wek hemû saziyên elewiyan em ê sibehê civînekê çêbikin û bi pişt re daxuyaniyê bidin.“   Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçe û endamê Desteya Birêvebir Tûrgût Oker jî serdana cemxaneyê kir. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Mûrat Çepnî jî çûn Cemxaneya DAD’ê û di der heqê êrişan de agahî wergirtin.