ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-31 09:00:22   * Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Sîham Dawid ku yek ji beşdarên Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn e, diyar kir ku di forûmê de biryarên têkildarî azadiya jinê hatine girtin û got: "Ji bo azadiya jinê divê em bi hev re û mil bi mil bixebitin û hêviyên xwe bikin yek."   * Hevseroka PADÊ Zehra Silêman anî ziman ku armanca fermana 74'an teslîmgirtina civaka êzidiyan bûye û got:  "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yê hovane ku dewletên NATO'yê jî jê ditirsiyan, civaka êzidî bi çekên xwe li hemberî wan êrişan sekinî."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 510’emîn de berdewam bike.   * Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dîlokê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. (10.00)   * Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo mitînga 6’ê tebaxê ya bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” a ku wê li Qada Îstasyonê li dar bixe, li avahiya HDP'a Navçeya Yenîşehîrê dê daxuyanî bide. (13.00)   * Rêxistinên Elewiyan dê li dijî êrişên Cemxaneyan tên kirin li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê û li Qada Tûzlûçayir a Enqereyê daxûyanî bidin. (17.00)