Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin 2022-07-31 09:04:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PADÊ Zehra Silêman anî ziman ku armanca fermana 74'an teslîmgirtina civaka êzidiyan bûye û got:  "Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yê hovane ku dewletên NATO'yê jî jê ditirsiyan, civaka êzidî bi çekên xwe li dijî wan êrişan sekinî." Di dîrokê de heta niha êzidiyên ku gelek caran bi fermanan re rû bi rû mane, di 3'yê Tebaxa 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî wan fermana 74'an pêk anî. Fermana ku bûye sedema qetilkirina bi hezaran êzidiyan li ber çavê tevahiya cîhanê pêk hat. Li Şengalê bi sedan jinên êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Gelek êzidî jî di goristanên komî de hatin definkirin. Gelekê van goran hê jî nehatine vekirin. Civaka êzidî ya ku bi tenê hat hiştin di dîroka xwe de bi qirkirina herî mezin re rû bi rû ma.   Peşmergeyên ku ji bo parastina êzidiyan ber bi Şengalê ve hatibûn şandin jî reviyan û êzidî bêparastin hiştin. Êzidiyên ku bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin hêzên HPG'ê, YPG'ê û YPJ'ê bi hawara wan de çûn. Bi vê re li Şengalê êzidî jî di mewziyên berxwedanê de cihê xwe girtin. Şengal ku bi berxwedana bi mehan ji DAIŞ'ê hat xalîkirin xwe di her qadan de xwe birêxistin kir. Êzidiyên ku bi rêxistinî li dijî her xetereyê disekinin vê carê jî di 9'ê Cotmeha 2020'an de bi "Peymana Şengalê" re rû bi rû man ku di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistana Federe de hat îmzekirin. Êzidiyên ku ev peyman qebûl nekirin li Şengalê her tim di nava berxwedanê de cih girtin. "Peymana Şengalê" ku vîna civaka êzidî nas nake bi saya vê berxwedanê hat pûçkirin. Lê belê derket holê ku ji aliyê hêzên Iraqê ve di navbera Şengal û Rojavayê de ku bûbû korîdora jiyana Şengalê, dîwarekî bi dirêjahiya xwe 250 kîlometre hat çêkirin. Bi çêkirina dîwar re amadekariyên êrişkirinê jî hatin kirin û hêzên Iraqê bi tanq û topan êriş birin ser Şengalê. Lê Şengaliyên ku ev êrişên dorpêçkirinê qebûl nekirin, li ber xwe dan û êriş bi mûzakereya her du aliyan hatin sekinandin.   Bi minesebeta salvegera fermana 74'an Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    'BI VÊ FERMANÊ ME XWE JI NÛ VE NAS KIR'    Zehra Silêman diyar kir ku ferman ji bo êzidiyan bûye vegera xwenasînê û got ku tevî hemû êrişan jî nikaribûne êzidiyan teslîm bigirin û wiha axivî: "Di serî de em tevahiya şehîdên fermanê bibîr tînin. Bi fermana 73'yan xwestin ku civaka êzidî qir bikin û tune bikin. Ne tenê di sala 2014'an de êrişî me kirin, bi sedan salan e ev êrişên bi vî rengî li ser civaka êzidî dihatin kirin. Di her êrişekî de jî civak hat asteke xelaskirinê. Lê belê dîsa jî îrade û baweriya vê civakê xwe teslîmî dijmin nekir. Civaka êzidî nehişt ku ev wekî fermanên beriya niha çêbibin. Dibe ku êş û zehmetiya fermana 2014'an gelek bû û civaka êzidî gelek bedel dan û gelek kes wenda kirin, lê gav paş ve neavêt. Her dkêlî xiyanet li civaka êzidî hat kirin û civaka êzidî tenê hiştin. Lê civaka êzidî dîsa jî îradeya xwe teslîm nekir û li ber xwe da. Li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yê hovane ku dewletên NATO'yê jî jê ditirsiyan, civaka êzidî bi çekên xwe li hemberî wan êrişan sekinî. Heger hêzên YPG'ê û YPJ'ê bi hawara civaka êzidî ve nehatibûna wê qirkirineke mezin çêbûbûna. Heger ku ev hêz nehatana wê civaka êzidî nikaribûna zêde bikeve nava liv û tevgerê û wê Şengal bi xetereyeke mezin re rû bi rû bimana. Ew çekên ku di destê êzidiyan de bû sedema gelek tiştan ku pêşiya wan hat girtin. Bi hezaran jin, zarok û kal hatin qetilkirin. Gelek ji van jî ji axa xwe û warên xwe hatin dûrkirin. Heta roja me ya îro jî hesaba ew kesên ku hatine qetilkirin nehatiye dayin. Wekî civaka êzidiyan me ev ji xwe re kir ders. Em nikarin bibêjin ku me ji fermanê sûd girt. Lê bi vê fermana dawî me xwe ji nû ve nas kir. Piştî 2014'an me xwe bi rêxistin kir. Me dît ku ew hêzên ku em diparastin, ji ber ku ne ji xwîn û goştê civakê bûn, wan nikarî vê civakê biparêzin û berpirsyariya wê civakê hilbigirin. Civaka êzidî hat firotin."   '8 SALIN ÊRÎŞ WEKE QIRKIRINÊ BI NAV NEKIRINE'   Silêman anî ziman ku li ser fermanê 8 sal derbas bûn lê hê jî hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe pek neaniye û wiha domand: "Em di şexsê haval Seîd de tevahiya şehîdan bibîr tînin. Yekemîn berxwedaniya ku li Çiyayê Şengalê hat dayin ji aliyê Hesen Seîd ve hat dayin. Heta ku negihiştiye asta şehadetê jî îradeya vî gelî teslîmî tu kesî nekir. Piştî merheleya fermanê êzidiyan got, 'em êdî ne êzidiyên 2014'an e pêwîste ku em bi xwe, xwe biparêzin.' Bêgûman ev gav hemû hatin avêtin. Civaka êzidî di aliyê parastinê de, di aliyê xwebirêvebirinê de li gorî pêwistiyên civakê xwe di nava erdnîgariya Şengalê de xwe bi rêxistin kir. Li ser fermanê 8 sal derbas bûn,l ê hikûmeta Iraqê her tim li hemberî vê êrişê bêdeng ma. Ev 8 sal in ev êriş wekî 'qirkirinê' bi nav nekirin. Heqê vê civakê nedan."   'JI SERHILDANA ÊZIDIYAN NERAZÎ NE'   Zehra Silêman bi lêv kir ku îradeya ku ji fermanê hatiye avakirin wê tu kes nikaribe ku bişkîne û got: "Lê tevî vê jî li ber çavê Iraqê û dewletên navneteweyî bi her rêbazî li ser Şengalê êriş tên kirin. Di 8 salan de hem êrişên hewayî hem yên siyasî û hem jî yên tunekirina vê civakê rojane berdewam kirin. Lê belê tevî hemû êrişan û bêdengiyê jî êzidiyan îradeya xwe neşikand û teslîm nekir. Ev îradebûn di fermanê de derket. Civaka êzidî êdî tunehesibandinê li ser xwe qebûl nake. Ji ber ku bi sedan sal in civaka êzidî ji bo herkesî kir, lê dema ku êzidî ketin kesekî bi destê wan negirt. Civaka êzidî di wê demê de pêwîstî dît ku êdî ji bo xwe bike. Ev îradeya ku hatiye avakirin ku maf û hiqûqê xwe dixwaze her roj rastî  êrişan tê. Ji aliyê dewleta Iraq, PDK'ê, Tirkiyeyê û tevî hemû dewletên navnetewî êriş tên kirin. Tu dewletên navneteweyî jî li dijî van êrişên li ser Şengalê helwestên xwe diyar nekirin. Heta roja îro jî ev hemû ji serhildana vê civakê nerazîne û dixwazin ku vê civakê tune bikin û vegerînin sala 2014'an. Lê em civaka êzidî dibêjin ku fermanê jibîr neke ku êdî wê fermanê jiyan nekî."