Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin 2022-07-31 11:43:46 AMED - Serokê Grûba Alîgirên Barîkatê Îbrahîm Aygurt alîgirên Amedsporê vexwend daxuyaniya sibê li Deriyê Çiyê û got: “Dema mijar dibe Amedspor, qanûn diguherin. Lê belê Amedspor nirxê me ye, em ê xwedî li nirxên xwe derkevin.”   Amedspor û Diyarbekirspor di 24’ê tîrmehê de daxuyaniyek hevpar dan û bertek nîşanî Midûriyeta Bajêr a Ciwan û Sporê ku reklam, loca û otoparka Stadyûma Amedê dane fîrmayên cuda dabû.    Midûriyetê daxuyaniya “îdia ne rast in” dabû. Ji bo pirsgirêk were çareserkirin qlûba Amedspor û Diyarbekirsporê ketin tevgerê. Qlûban biryar girtin ku di 1’ê tebaxê de saet li 18.00’an li Deriyê Çiyê bi beşdariya rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniya girseyî bidin.    Serokê Grûba Alîgirên Barîkat a Amedsporê Îbrahîm Aygurt bal kişand zextên li ser tîmên sporê yên Amedê û banga beşdariya daxuyaniya sibê li xelkê Amedê kir.    DEMA MIJAR DIBE AMED…    Aygurt anî ziman ku navê “Spora Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê” ku wek “Amedspor” hat guhertin şûn ve zextên li ser Amedsporê zêde bûn û zextan jî wek “terorê” hêcet nîşan dan. Aygurt destnîşan kir ku Amespor nirxek bajarê Amedê ye û wiha got: “Bi hezarê salan e rastiya navê Amedê heye. Em wek Amedsporê dema diçin her deplasmanê bi êrişên nijadpereset re rûbirû dimînin û cihêkarî li me tê kirin. Qedexeya deplesmanan ên bêhejmar ji aliyê saziyên fermî ve li me hatin kirin. Her tim qedexeya temaşevanan didin me û cezayên pereyan li Amedsporê dibirin. Dema mijar dibe Amedspor her tişt diguhere. Rêgez û qanûn diguherin. Dema navê Amedê derbas dibe, her tim muameleyek cuda li me tê kirin. Lê belê Amedspor nirxê me ye, em ê xwedî li nirxên xwe derkevin.”   BANGA BEŞDARIYA DAXUYANIYÊ    Aygurt bi bîr xist ku sibê li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyek girseyî li dar dixin û banga beşdariyê li rêxistinên civakî yên sivîl, sporhezan û xelkê Amedê kir û got: “Em dixwazin her kes xwedî li tîma xwe ya sporê derkeve. Roj roja yekitiyê ye. Em xelkê xwe vedixwînin daxuyaniyê. Divê em xwedî li nirxê bajarê xwe Amedsporê derkevin. Heke em îro ji vê re musade bikin, em ê sibê bi tiştên cuda re rûbirû bimînin. Lê belê Amedspor nirxê me ye, em ê xwedî li nirxên xwe derkevin.”