Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne 2022-07-31 11:55:06 DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû diyar kir ku êrişên li Enqereyê li dijî cemxaneyan bi plankirî ne û got: “Divê em bi awayek seferberî li ber xwe bidin. Heke em bêdeng bimînin, wê êrişkar cesaretê bigirin.”   Li Enqereyê li taxên cuda li dijî Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şah-i Merdan, Komeleya Gundê Gokçebel û Weqfa Alevî Bektaşî ya Turkmenan duh bi awayên hemwext êriş pêk hatin. Di êrişên roja ewil a Meha Muharremê de ku pêk hatin jinek birîndar bû. Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demorkatîk (DAD) Mûsa Kûlû êrişên hatine kirin ji ajansa me re nirxand.    ‘DEST BI PROJEYA ÊRIŞAN KIRIN E’    Kûlû destnîşan kir ku êrişên li dijî cemxaneyan ne tesadufî ne û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan gefan li civakê dixwin û got: “Ev êriş nîşanî me didin her ku ber bi hilbijartinê ve diçe, dixwazin aloziyê bixin nava xelkê. Ev êrişek carekê û du serseriyan kiriye ye. Di heman kêliyê de li 5 cihên cuda heman êriş pêk tên. Ev bi temamî komplo ye. Ev tê maneya ku dest bi butona projeya êrişan hatiye kirin. Wek din ravekirina vê nîne. Li ser vê planê hatiye fikirandin, plana wê hatiye çêkirin û bi awayek zanebûn pêk anîne. Dibêjin em ji we re hurmetê nîşan nadin û baweriya we û we nas nakin. Divê her kes li dijî vê plana qirêj rabe. Çimkî ev bûyerek munferîn nîne. Divê em li dijî van êrişan berxwedanek giştî ango topyekûn nîşan bidin. Divê tu kes li dijî vê bêdeng nemine. Heke em bêdeng bimînin wê êrişkar cesarete bigirin.”