Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer 2022-07-31 13:45:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zapê dîmenên ku leşker teqemenî û kamera bi kuçikekî ve datînin û dişînin tunelekê derketin holê.  Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve ji 14’ê Nîsanê ve berdewam dikin. Li gorî nûçeyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li Zapê dîmenên ku leşker teqemenî û kamera bi kuçikekî ve datînin û dişînin tunela şer hat weşandin. Di dîmenên 9 deqîqeyî de leşkerek kamera û lembeyek bi serê kuçik ve datîne û teqmenî pê ve gire dide. Pişt re kuçik dibe ber tunelek şer û kuçik bi darê zorê dişîne tunelê. Di heman tunelê de di dîmenek din ku hatiye girtin de tê dîtin ku kuçik di şerê qewimiye de hatiye kuştin.