Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-07-31 13:47:48 WAN - Lokman Babat ê di sala 1992’yan de li Wanê hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket.  Lokman Babat ê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” di sala 1992’yan de li Wanê hatibû girtin ji girtîgehê derket. Babat ji Girtîgeha Bandirmaya Balikkesîrê ya Tîpa T'yê derket û bi balefirê hat Balefirgeha Ferît Melen a Wanê. Babat bi def û zirnê û kulîlkan di nava kêfxweşiyekê de hat pêşwazîkirin. Di kêliya pêşwaziyê de Babat kevok firandin. Babat bi konvoya ku hatibû balefirgehê derbasî mala xwe bû.    Ji heman dosyeyê 30 girtî hebûn û Ahmet Benek, Alî Benek û Abdûllah Babat jî 3 meh beriya niha cezayên xwe temam kiribûn û hatibûn berdan. Desteya Venêrînê ya Îdareya Girtîgehê tehliyekirina Babat 3 mehan taloq kiribû.