Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê 2022-07-31 14:34:20 AMED - Hevserokên HDP’a Amedê banga mitînga “Çareserî em in” dê di 6’ê tebaxê de li Qada Îstasyonê li dar bixin kirin û “Werin em li dijî şer biherikin qada mitîngê.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê di 6’ê tebaxê de bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” dê li Qada Îstasyonê mitîngek li dar bixe. Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier têkildarî mitînga herêmî dê li dar bixin li avahiya HDP’a Navçeya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê tev li civînê bûn.     Hevserok Zeyyat Ceylan da zanîn ku ew ji bo mitîngê jig undan heta navenda bajêr serdanan dikin û xelkê xwe vedixwînin mitîngê û ew bi beşdariya 25 wekîlên xwe xebata xwe didomînin. Ceylan diyar kir ku ew li benda beşdariyek zêde ya mitîngê ne û got: “Îktidara AKP-MHP’ê ne bi riza xelkê li ser îktidarê ne. Em di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Em dikarin bi saetan neheqiya li dijî siyasetmedarên kurd û dostên wan û saziyên demokratîk vebêjin. Mitînga me wê ji bo pêvajoyê bibe bersiv.”    'TECRÎD LI HER DEVERÊ BELAV BÛ’    Ceylan anî ziman ku siyaseta AKP-MHP’ê siyaseta tecrîdê dikin û wiha axivî: “Vê tecrîdê ji ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û li her deverê belav bûye. Li her deverê Kurdistanê şer heye. Îktidar dixwaze xwe bi vî şerî li ser pêya bigire. Bi aloziyan dibe îktidar. Dixwazin carek din aloziyê bixin nava xelkê.”    ‘DIXWAZIN LOZANA DUYEM BÎNIN SERÊ KURDAN’    Ceylan destnîşan kir ku îktidar dixwaze Lozan duyemîn bîne serê kurdan û wiha got: “Wek Lozan yekemîn dixwazin di Lozana duyemîn de jî êrişî kurdan bikin. Bi êrişa li dijî kurdan û HDP’ê dixwazin bi ser bikevin. Wê zext û zilma AKP-MHP’ê negihîje tu encamê. Em li ser rêya rast û heqîqetê ne. Rêya me rêya rastiyê ye. AKP-MHP’ê çareseriyê hilweşandin û şer û talanê anîn. Em li bakur, başûr û rojava siyaseta wan dibînin. Em jî dibêjin em ê tu carî tecrîd, şer, êriş, dagirkeriyê û talanê qebûl nekin. Em ê wek her deme li ber xwe bidin. Serkeftin a gelê kurd e. Divê her kes li dijî şer û tecrîdê denge xwe derxe. Em dengê xwe derxin wê gel jî bersiva pêwîst bide. Çareserî di Rêya Sêyemîn de ye.  Em di 6’ê mehê de bêjin çareserî em in, dengê çareseriyê em in.”    'EM LI DIJÎ ŞER BIHERIKIN QADÊ’    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî metna daxuyaniyê ya bo beşdariya mitîngê xwend û destnîşan kir ku ew ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na û got: “Em dixwazin her kesê li dijî şer biherike qada şer û ji şer û dagirkeriyê re bêje bes e. Yên ku dixwazin bibînin ka Rêya Sêyemîn û gel çawa tên ba hev bila di 6'ê tebaxê de li Qada Îstasyonê binêrin. Em li dijî şer û tecrîdê ji bo çareseriyek mayînde vedixwînin mitînga xwe."