MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin 2022-07-31 15:45:51 WAN - MEBYA-DER bertek nîşanî teslîmnekirina cenazeyên endamên PKK'ê da û destnîşan kir ku nirxên mirovahiyên yên sereke ên wekî mirin û jiyanê di bin êrişên desthilatê de ne.   Komeleya Piştgirî, Piştevanî, Yekitî, Çand a bi Malbatên di Derguşa Mirovahiyê de Xizmên Xwe Wenda Kirine re (MEBYA-DER) bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiyê xwe bertek nîşanî teslîmnekirina cenazeyên endamên PKK'ê ku di dem û cihên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane û dirêjkirina karûbarên teşhîskirinê da. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Komeleya Alîkariyê ya bi Malbarên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) û Meclisa Dayikên Aştiyê tevli daxuyaniyê bûn.    LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN   Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya anî ziman ku mirin û jiyan ji roja mirovahî peyda bûye û heya niha nirxên mezin in û wiha got: “Em malbatên ku xizmên xwe yên herî bi êş, bi awayê herî hovan winda kirin in û em bi rûyê mirinê yê sar re bi dehan caran rû bi rû man."   Kaya diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku desthilata xwe mayînde bike polîtîkayên şer, nijadperestî, kîndarî û hestên kînê dimeşîne û bi van polîtîkayan ew bi rewşên ku li dijî rûmeta mirovî ne re rû bi rû dimînin.    ‘MAFÊN ME TÊN ASTENGKIRIN'    Kaya anî ziman ku êrişên li dijî cenaze û goristanan li tu dereke cihanê nayên qebûlkirin û di salên dawî de li Tirkiyeyê gelek zêde bûne. Kaya bi bîr xist ku ew gelek caran şahidiya tiştên ku dijmin ji dijminê xwe re nake kirine û wiha got: “Cenazeyên dayikan ji gorê derxistin, cenaze bi rojan li kolanan hiştin û li kolanan hatin gerandin. Cenazeyên bi dizî hatine revandin di bin peyarêyan de hatin veşaritin, cenazeyên zarokan di pakêtên kargoyê dan malbatên wan. Li gel van tiştan bi dirêjkirina dema teşhîskirina cenazeyan û teslîmkirinê, li ser malbatan îşkenceya derûnî û hestiyarî tê meşandin. Dema ku malbat cenazeyên xwe tespît dikin jî bi dereng encamkirina DNA’yê pêvajoya şîna wan tê dirêjkirin, destûr nadin ku malbat tev li veşartina cenazeyan bibin. Em hem wek sazî hem jî wek welatî xwedî mafê tevlibûna cenazeyan in lê ev mafê me ji aliye helwestên bêexlaq û bêwijdan ve tên astengkirin."