Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da 2022-07-31 16:21:13 DÎLOK - Îsmaîl Çevîk û Adem Amaç ên li Girtîgeha Tekîrdaga û Girtîgeha Bodrumê girtî ne li dijî binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû mane, serî li ÎHD’a Dîlokê dan.  Îsmaîl Çevîk (36) ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê dima ku 15 roj berê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê hat kirin û Adem Amaç ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa T’yê dima ku 2 meh berê sewqî Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S’yê hat kirin, bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane. Girtiyan bi rêya malbatên xwe li dijî binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû mane serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê dan.    LÊGERÎNA TAZÎ Û LÊDAN    Îsmaîl Çevîk di hevdîtina 22’yê tîrmehê de li gel malbata xwe kir diyar kir ku dema wî ji Girtîgeha Afyonê sewqî Girtîgeha Tekîrdagê kirine ew bi îşkenceyê re rûbirû maye û gardiyanan di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê ferz kirine û lêdan e. Çevîk got ji ber van sepanan qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin û di êrişa li dijî wî pêk hatiye de poz û devê wî xwîn bûye û cilên serî wî hatine qetandin.    Birayê wî Huseyîn Çevîn serî li ÎHD’ê da û diyar kir ku ew ji jiyana birayê xwe bi fikar e û xwest parêzvanên mafê mirovan serdana wî bikin.    TEVÎ KU NEXWEŞ E JÎ DI HUCREYA YEK KESÎ DE YE    Adem Amaç jî bi rêya malbata xwe serî li ÎHD’ê da. Malbatê xwest parêzer tavilê biçin girtîgehê û hevdîtinê pê re bikin. Kekê wî Mahmut Amaç anî ziman ku birayê wî 12 sal in girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn û gelek nexweşîn lê peyda bûne. Amaç anî ziman ku li gel nexweşînên birayê wî hene jî du meh in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û wî ji ber nexweşînên xwe 12 caran emeliyat bûye. Amaç got ew ji bo jiyana birayê xwe bi fikar e û xwest parêzer demildest biçin girtîgehê.