‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin 2022-07-31 16:22:03 STENBOL - Çalakiyên HDK’ê yên bi navê “Nîqaşên Havînê” ku dê 4 hefteyan dom bikine, bi tevlibûna gelek kesan dest pê kir.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dest bi çalakiya “Nîqaşên Havînê” kir. Di van van çalakiyan de dê mijarên wek pirsgirêka kurd, kapîtalîzm, ekolojî, ked û penaberan bên nîqaşkirin. Çalakiya ku li Navenda Giştî ya HDK'ê ya li Stenbolê tên lidarxistin dê her rojên yekşemê di navbera saetê 11.00-18.00'an de bên kirin. Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û Serpîl Kemalbay, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê ku ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e Mahfûz Guleryuz, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst  (SODAP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tev li çalakiya roja ewil bûn.     Çalakiyê bi forûma ku moderatoriya wê Ozgur Amed kir, dest pê kir. Mehmet Yilmazer û Fotî Benlîsoy jî di forûmê de axiver bûn. Di forûma ku ji çapameniyê re girtî pêk hat de sernavên “Kapîtalîzma Kûreyî ji Ku Ve? Gelo Şerên Nû, Dagirkeriyên Nû Ne; An Çaxê Şoreşgerên Nû Ye?" hatin nîqaşkirin. Di bin van sernavan de mijarên, “Gelo Krîza Kapîtalîzmê an Têkçûn?”, "Ji Şerê Ûkrayna-Rûsyayê Ber bi Gengeşiya Asya-Pasîfîkê: Em Di Nava Şerê Cîhanê de Ne An li Pêşiya Şerê Cîhanê de Ne”, “Gelo Şerên Hegemonî Yên bi Pir Navendî an Guhestina Hegemonî ya Cîhan-Pergalî” û "Şoreşên Sedsala 21’emîn, Enternasyonalî û Sosyalizmê: Ji Ku, Çawa?" hatin nirxandin.    Çalakiyên havînê yên din dê di 7-14-21’ê tebaxê de bên lidarxistin.