Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin 2022-07-31 17:03:49     EDENE - Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgeha Kurkçulerê diyar kir ku gardiyanan îşkence lê kiriye û got: “Em di vê germa Edeneyê de birçî, tî û bêhewa tên hiştin.”    Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin di hevdîtina bi telefonê ya heftane de ragihand ku ew bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Ado diyar kir ku bi awayek kêfî qawîşên wan tên guhertin, derbarê girtiyan de girtek tên girtin û dixin hucreyên yek kesî û mafên wan herî sereke tên binpêkirin û astengkirin.    Ado derbarê rewşa girtîgehê de wiha got: “Gardiyan îşkenceyê li me dikin. Em di vê germa Edeneyê de birçî, tî û bêhewa tên hiştin. Hemû mafên me hatine destserkirin. Em dixwazin raya giştî hestiyar tevbigere.”