Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin 2022-07-31 19:27:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Bertekên li hemberî êrişên li dijî saziyên elewiyan û cemxaneyan yên li Enqereyê didomin. Di daxuyaniyên hevpar ên li gelek bajaran de bang li desthilatê hat kirin: “Tavilê paşperdeya êrişan, rêxistinkerên wan û teşwîqkarê wan eşkere bikin. Yan na hûn ê nikaribin ji şik û gumanan xelas bibin."   Di roja ewil a Rojiya Muharremê de li Enqereyê duh bi awayekî hevwext êrişî Cemxaneya Ana Fatma, Cemxaneya Şah-î Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Elewiyên Bektaşî ya Tirkmenan hatibû kirin. Li gelek bajaran bertek nîşanî van êrişan hatin dayîn.   ÎZMÎR   Rêxistinên elewiyan ên li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Em ê teslîmî tarîtiyê nebin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Rizgarî bi tenê nabe, an bi hev re an na" hatin berzkirin.   Rêvebira Navenda Giştî ya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Gulbahar Kaplan daxuyanî xwend. Kaplan got: “Bila baş bizanibin ku hûn ê nikaribin me ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê dûr bixin. Ji ber ku em serî li ber zext, zordarî û her cure polîtîkayên tahdeyê danaynin. Em li dijî şerxwazî ​​û her cure zimanê şer di nava refên aştî û biratiyê de ne. Em elewî di dîrokê de li dijî her cure planên provokatoran û tevî hemû êrîşan jî heman çavî li 72 neteweyan dinêrin. Em li dijî polîtîkayên alozî û tahdekar in û em ê her tim li dijîw an bin."    Kaplan diyar kir ku wan bi awayekî vekirî hikûmet hişyar kiriye û wiha bang kir: “Em careke din hikûmetê hişyar dikin; nêzîkatiyên we yên ku cemxaneyan nas nakin û statûyeke makeqanûnî nade wan, elewiyan bi her cure polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmirovî re rû bi rû dihêle û wan biçûk dixe, zemîna van êrişan amade dikin. Tavilê paşperdeya êrişan, rêxistinkerên wan û teşwîqkarê wan eşkere bikin. Yan na hûn ê nikaribin ji şik û gumanan xelas bibin."    EDENE   Platforma Elewiyan a Edeneyê jî li Parka Heykellî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişan da. Li ser navê platformê Sevîm Alkan daxuyanî xwend. Alkan diyar kir ku beriya hilbijartina giştî ya 2023'an desthilat zemînê ji bo hêzên ku dixwazin xwe bispêrin alozî û pevçûnan amade dike. Alkan anî ziman ku erka her kesî û bi taybet hêzên demokrasiyê ye ku nehêlin ev êriş bigihin encameke mezintir û bang li gel kir ku saziyên xwe û cemxaneyan biparêzin û li hemberî provokasyonan hişyar bin.   Weqfa Çanda Anadolûyê ya Hacî Bektaş Velî li Cemxaneya Ceyhanê daxuyanî da. Serokê weqfê Bahadir Odabaşi di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di Muharremê de provakotor cardin li ser kar in û destnîşan kir ku ew ê serî li ber zext, tundî û zordariyê netewînin.   AMED   Komeleya Cemxane û Çandê ya Pir Sultan Abdal a Şaxa Amedê,  bertek nîşanî êrişên ku li Enqerê dijî Cemxaneya Ana Fatma, Şah-i Merdan, Komeleya Gundê  Gokçebel û Weqfa Elewî û Bektaşî ya Tirkmenan dan û tekildarî mijarê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêzan a Amedê daxuyanî da. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê, Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Serokê komeleyê Aydin Atli daxuyanî xwend. Atli bi lêv kir ku armanca êrişan tevlîhevî û şer e. Atli balkişand ser gotinên rayedarên dewletê û wiha bertek nîşan da: "Bi şermezarkirinê çareser nabe. Ji bo her aliyên vê êrişê derkeve holê têkoşina me wê bidome."   Meral Daniş Beştaş jî derheqê mijarê de destnîşan kir ku bi binçavkirina kesekî ser vê bûyerê nayê girtin û ew jî vê yekê qebûl nakin. Beştaş axaftina xwe wiha domand: “Tenê provakatorekî ew êriş nekiriye. Desthilatdariya ku cemxaneyan wekî îbadetxane nabîne jî berpirsyar e. Mafê her kesî wekhev e. Em HDP hevjiyaniyê diparêzin û partiya hemû netew û baweriyan in û ji bo vê yeke jî têdikoşin.”   DERSIM   Li Dêrsimê bi pêşengiya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) li Kolana Hunerê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ku bi sedan kes tev lê bûn, pankarta li ser "Dest nede cemxaneya me" nivîsandî hilgirtin. Hevserokê DAD'ê Mûsa Kûlû daxuyanî da.   Cemxaneya Xozatê jî têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê were zanîn ku hûn bi kuştina canên me an jî bi êrişa li ser pîroziyên me hûn nikarin me biqedînin û hûn ê nikaribin jî. Ji ber ku me ji Kerbelayê heta niha li hemberî neheqiyê ne serî netewandiye ne jî bêdeng mane. Êrişa li ser cemxaneyên me li ser navê demokrasî û rêveberiya welêt rezîlî ye."   ENQERE   Li Enqereyê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF), Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADF), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAKV), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleyên Çandê yên Eleqiyan(AKD), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li Qada Tûzlûçayirê hatin cem hev. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari, Murat Çepnî, Parlamenterên CHP'ê Levent Gok û Alî Haydar Hakverdî, gelek nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û welatî beşdarî daxuyaniya bûn.    Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "AKP wê hesab bide gelan" hatin berzkirin û pankartên li ser "Em ê li hemberî gefên asîmîlasyon û qetlîamê serî netewînin" û "Em ê nebin elewiyên dewletê" hatin hilgirtin. Li ser navê beşdaran Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan daxuyanî xwend.   SEMSÛR   Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Şaxa Semsûrê li Qada Demokrasiyê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes, rêveber û endamên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Şaxa Semsûrê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Semsûrê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Semsûrê Zulfîkar Yilmaz daxuyanî daxuyanî xwend.   Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.