ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-01 09:00:01     * Endamê Encûmena Qanûnsaziya Kantona Cizîrê Zîwêr Şêxo ku di rizgarkirina êzidiyan de peywirdar bû û şahidê fermana 74'an bû diyar kir ku ew tu carî wan rojan jibîr nake û got: "Dema min ew ew dîmen dît ji min re bû hêviyeke pir mezin. Ji dîmenê revê, teslîmkariyê ruheke berxwedanê kete pêş."   * Endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya AKP'î ku beriya civîna li ser deynan hatibûn binçavkirin û piştî qebûlkirina pêşniyaznameyê hatibûn berdan diyar kirin ku ew "dîl" hatine girtin û gotin, ew ê kesên ku îmze danîne bin biryara navborî gilî bikin.    * Bi berdêla îpotekkirina mal û milkên şaredariyê karbidestiya deynkirina 450 milyon TL'yî bi dest qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat berdan. Her wiha daxwaza alîkariya aborî ya şaredariyên AKP'î jî hatiye qebûlkirin.    * Aktîvîsta TJA’yê nivîskar Xece Şen li ser felsefeya Mîhrî-Mîtra lêkolîn kiriye û encama wê lêkolînê bi navê “Hûmîtra” pirtûkek çap kir. Şen anî ziman ku felsefeya Mîhrî-Mîtra felsefeya yekem e û li Kurdistanê derketiye. Şen, anî ziman ku ew çand ji aliye serdestên ku Kurdistan dagir kirine ve hatiye xerakirin û got: “Ew dîroka ku ji me hat dizîn di felsefeya birêz Ocalan de carek din derket.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 511'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji bo piştevaniyê dê serdana Baroya Amedê bike. (11.00)   * ÎHD û OHD'ê yên şaxên Rihayê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Rihayê li avahiya ÎHD'ê daxuyanî bidin. (12.00)   * Amedspor û Diyarbakirspor dê têkildarî reklam, loca û otoparka Stadyuma Amedê dane fîrmayên cuda li Qada Deriyê Çiyê dê daxuyanî bidin. (18.00)