HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin 2022-08-01 09:03:12   MÊRSÎN - Endamên HDP'î yên Meclisa Şaredariya Akdenîzê ya AKP'î ku beriya civîna li ser deynan hatibûn binçavkirin û piştî qebûlkirina pêşniyaznameyê hatibûn berdan diyar kirin ku ew "dîl" hatine girtin û gotin, ew ê kesên ku îmze danîne bin biryara navborî gilî bikin.    Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ya AKP'î di 29'ê Tîrmehê de bi pêşnûmeyên "Ji bo karbidestiya 50 milyon TL deyn bikeve destê şaredar", "Ji bo karbidestiya firotin û kirêkirina malên şaredariyê" û "Ji bo Parka Yilmaz Guney bibe wargeha xwendekaran" bi awayekî awarte civiya. Beriya civîna navborî bi rojekê, di 28’ê Tîrmehê de endamên Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Kûş, Nûran Arslan, Mehmet Bîtkîn, Alî Tanriverdî û Nevzat Baran hatin binçavkirin. Piştî endamên HDP'î beriya civînê bi rojekê hatin binçavkirin, piraniya Meclîsê di dest AKP'ê de ma. Ji ber binçavkirina endamên HDP'î endamên HDP'ê yê mayî û endamên CHP û EMEP'ê jî tev li civînê nebûn. Tenê endamên AKP'î tev li civînê bûn û di civînê de her sê pêşnûme jî hatin qebûlkirin. Piştî qebûlkirina pêşnûmeyan her 5 endamên HDP'î jî hatin berdan. Ji 16 kesên ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" hatin girtin.   XALÊN KU HDP'Ê EW RED KIRIBÛN HATIN QEBÛLKIRIN   Bedrîye Kûş ku piştî binçavkirinê hat berdan û di heman demê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê ye, diyar kir ku her 3 xalên navborî berê hatibûn rojevê lê wan ew red kiribûn. Kûş anî ziman ku piştî vê rojeva meclîsê heta meha Tebaxê hatiye taloqkirin, lê beriya wê ew hatine binçavkirin û operasyona li dijî wan wekî "komployeke plankirî" bi nav kir. Kûş bilêv kir ku ev rewş nehiqûqî ye û got, şaredarî 3 sal û nîv e xizmetê ji gel re nake û beriya hilbijartinê bi salekê armanca israra wan a ji bo karbidestiya deyn ne ji bo xizmeta gel e.    'OPERASYONA DÎLGIRTINÊ'   Kuş wiha got: "Ger budçeya şaredariyê ji bo reklamên xwe xerc nekiribûna û bi pere ji bo xizmeta gel xerc bikirana dê pêdivî bi vî deynî nemana. Meclîs roja ewil kom nebû. Biryara endamên meclîsê bû. Di roja duyemîn de bi endamên şaredariyê yên heyî re hat girtin. Ev ne biryareke hiqûqî û qanûnî ye, em ê dest jê bernedin. Tu hêleke hiqûqî ya tiştên anîn serê me tune ye. Dîlgirtin bû. Tiştên em pê sûcdar kirin îdianî ku em wan qebûl nakin."   'PROVAKASYON   Kûş destnîşan kir ku Şaredar Mûstafa Gultak di civînên meclîsî de her tim hewl dide wan provoke bike û got, mijarên tu eleqeya wan bi rojeva meclîsê tune ne dibin rojev. Kuş got: "Hewl didin endamên meclîsê proveke bikin. Di rojeva dawî ya meclîsê de jî rayeya 'Şaredariya Xwişk û Bira' a bi Şaredariya Amedê û Şaredariya Dîlokê hat xwestin. Ji ber ku me Şaredariya Dîlokê bi vîna gel hatiye bijartin me ew qebûl kir. Lê Şaredariya Amedê ji ber ku bi qeyûm hatiye xespkirin me ew red kir. Ji ber vê Gultak ji hilbijêrên HDP'ê û wekîlên wan re got 'hûn terorîst in'."    'EM Ê GILÎ BIKIN'   Kûş anî ziman ku li hemberî firotina milkên şaredariyê helwesteke zelal nîşan dane û got, li Meclîsê timî gef li wan tê xwarin û ji ber vê dê giliyê kesên wisa dikin bikin. Kûş got: “Li Şaredariya Akdenîzê rejîma yekzilamî didome. Ev rejîm dozger û dadgeran jî di xwe de navendî dike. Binçavkirina me ji bo ku di rojeva parlementoyê de piraniyek pêk neyê û ew rojev bi piraniya dengan bên qebûlkirin bû. Her çi qas ev rojev bi piraniya parlementoyê hatibe derbaskirin jî tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Em ê di çarçoveya qanûnî de gilî bikin. Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin."    Endamê Meclîsê yê HDP'î Alî Tanriverdî jî diyar kir ku Gultak biryarên keyfî girtine û ev biryar bi awayekî derqanûnî di meclîsê re derbas kirine û got, ew her tim bi erênî nêzî projeyên ku bi kêrî gel tên dibin, lê li dijî karbidestiya 50 mîlyon TL deyn in. Tanriverdî wiha domand: "Gotin em ê xizmetê ji taxan re bikin, lê 4 sal in xizmet nayê kirin. Çi qas qadên rantê hebin Gultak hewl dide hemûyan bîne cem hev û wan di civîna awarte de bide qebûlkirin. Ev dijî mewzûatê ye, tu hikmeke qanûnî ay van biryaran tune ye. Çima 5 kes hatin binçavkirin; ê wan 16 endamên wan hene, em û mûxalefet û yên serbixwe em 21 kes in. Gava 5 kes bên binçavkirin hejmar dibin wekhev. Lê vê carê dengê şaredar wekî du dengan tê qebûlkirin. Operasyonek pir bihesab hat kirin. Ev rêbaz bi binçavkirina 5 kesan hat sepandin. Her kes bi armanca rasteqîn a binçavkirinê dizane. Derve û hundir ferq nake, têkoşîna me wê bi biryardarî bidome. Em ê heta dawiyê betaliya biryarên hatine girtin eşkere bikin."   'ŞAREDAR XWEST, DOZGER BINÇAV KIR'   Hevserokê HDP'ê yêMêrsînê Hoşyar Sariyildiz ku di heman demê de parêzerê dosyayê ye jî diyar kir ku endamên meclîsê ji ber li dijî biryarên di civînên meclîsê de derketine hatine binçavkirin. Sariyildiz da zanîn ku lêpirsîn ne hiqûqî siyasî ye û got, berî naveroka dosyeyê bê eşkerekirin polîsan ew daye çapemeniyê. Sariyildiz got: "Em hîn bûn ku di operasyona danê sibê de 21 kes hatine binçavkirin. Me fêhm kir ku ji 21 kesên di dosyayê de hatin binçavkirin tu eleqeya wan bi hev re nîn e. Ev yek lêpirsîneke berhevkirî ye. Kesên hatine binçavkirin ji keêsn berê ji Sûriyeyê, ji Kobanê hatine pêk tên. Tê de dayikên bi zarok, dayikeke pitika xwe ya 2-3 mehî şîr dide, parvekirinên tîktok û facebookê tê de hene. Ev jî nîşan dide ku ev dosyeyeke kokteyl e. Şaredar xwest, dozger ew binçav kirin. Piştî di meclîsa şaredariyêd e şaredar biryara xwe da qebûlkirin ên di binçavan de jî hatin berdan."    ‘MÎNAKA TAHIR ELÇÎ'   Sariyildiz detsnîşan kir ku qanûn bûye amûra desthilatê û dadgehên serbixwe wekî polîsên desthilatê hereket dikin. Sariyildiz got: "Li meclîsê pirsa 'PKK rêxistinaeketerorê ye?' tê nîqaşkirin. Ev yek nîşan dide ku endamên AKP'î wan wekî hedef nîşan didin." Sariyildiz bilêv kir ku pirsên tu eleqeya wan bi rojeva meclîsê re tune ne mînaka bêhiqûqîtiyê ne û got: “Berê jî mînaka Tahîr Elçî hebû. Ji ber ku ji bo pirseke bi heman rengî ya rojnamevanekî got 'na' bû hedef. Derbarê wî de doz hatine vekirin. Li Amed bi êrişeke kriyar diyar hat qetilkirin. Em armanca van hedefan dizanin. Ji bo betalkirina vê pêkanîna sûcê antîdemokratîk, em ê dozê vekin. Em ê giliyê hemû kesên ku îmzeya wan di dosyeya hevalên hatin binçavkirin de hene bikin."    MA / Mûkadder Akyol