Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin 2022-08-01 09:03:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi berdêla îpotekkirina mal û milkên şaredariyê karbidestiya deynkirina 450 milyon TL'yî bi dest qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat berdan. Her wiha daxwaza alîkariya aborî ya şaredariyên AKP'î jî hatiye qebûlkirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, biryarine nû yên bi nakok girtin. Di navbera 18-22’ê Tebaxê de qeyûmê tayinî şûna endamên hilbijartî hat kirin û burokrat civîna “Meclîsê” li dar xistin. Di civînan de ji şaredariyên navçeyan ên qeyûm tayinî wan hatine kirin bi milyonan TL budçeya pêvekî hat veqetandin. Di civînan de ku karbidestiya deynkirina 450 milyon TL'yî bi dest qeyûm ve hat berdan, her wiha biryar hat girtin ku bi milyonan TL alîkariya hin şaredariyên AKP'î jî bê kirin.    Di civîna 18'ê Tîrmehê de pêşniyara Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî ya şaredariyê ya ji bo "asfaltê" hat nîqaşkirin. Di pêşniyarê de hatiye diyarkirin ku ji bo standina amûran pêdivî bi temînateke 450 milyon TL'yî heye. Di civînê de biryar hat dayin ku karbidestî bi dest qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Sû ve bê berdan û divê Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê erê bike.    Biryar bi "yekdengî" hatiye girtin û ji bo pere ji Banka Îllerê bê stendin hemû mal û milkên şaredariyê wekî îpotek hatin nîşandan.    Di heman civînê de ji bo Serokatiya Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan û Îştirakan karibe mal û milkên şaredariyê bi rêya îhaleyê bifiroşe biryar hat dayin ku karbidestî têkeve destê encumenê şaredariyê. Ev pêşniyazname jî bi "yekdengî" hatiye qebûlkirin.   ALÎAKRIYA JI BO ŞAREDARIYA AKP'Π   Di 20’ê Tîrmehê de daxwaza alîkariya aborî ya Şaredarê Hezoya Êlihê Ayhan Eren ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin, lê ji bo berjewendiyên xwe îstifa kiribû û derbasî AKP’ê bûbû jî bûye rojev. Di daxwaznameyê de ji bo ku li Hezoyê kuçe, kolan û peyarê bên sererastkirin 2 milyon TL pere hatiye xwestin. Di civînê de biryar hatiye dayîn ku 2 milyon TL alîkarî bê kirin û ji bo protokoldayînê karbidestî bi dest Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî bê berdan ku berê qeymeqamê Sûrê bû.   4 MILYON TL ALÎKARIYA ŞAREDARIYA AKP'Î HATIYE KIRIN   Daxwaza ji bo 3 milyon TL alîkariyê ya ku ji aliyê Şaredariya Samsatê ya Semsûrê ya AKP'î ve jî bi heman hincetan hat qebûlkirin. Di biryarê de karbidestiya ji bo protokolçêkirin dan Abdullah Çîftçî.    Daxwaza ji bo alîkariya maddî ya Şaredariya Akincilarê ya AKP'î ya girêdayî Kolika Semsûrê jî hat qebûlkirin. Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo kirîna kevirên parkeyî yên ji bo çêkirina kolan, kuçe û peyarêyan milyonek TL bê dayîn.   Di civîna 21-22'ê Tîrmehê de daxwazên zêdekirina budçeya Şaredariya Yenîşehîr û Şaredariya Sûrê yên qeyûm tayinî wan hat qebûlkirin. Li gor biryara hatiye dayîn dê budçeyeke pêvekî ya 162 miyon û 170 hezar TL ji bo Şaredariya Yenîşehîrê vê veqetandin. Ji bo Şaredariya Sûrê jî dê budçeyeke pêvekî ya 42 milyon û 500 hezar TL bê veqetandin.    MA / Azad Altay