Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş 2022-08-01 09:03:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Zîwêr Şêxo di dema Fermana 74’an de bi hezaran êzidî rizgar kir. Şêxo, dibêje ku wan rojan tu carî ji bîr nake û wiha got: “Dema min dît ku ciwanên êzidî çekê radikin, bi min re hêviyeke mezin çêbû. Li dijî rev û teslimiyetê, ruhê berxwedanê derket pêş.”    Di encama çeteyên DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî Şengalê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji bo parastina civaka êzidî li Şengalê bûn, Şengal bê parastin hiştin û bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin. Êzidiyên ku bêparastin man jî ji bo ku xwe rizgar bikin berê xwe dan Çiyayê Şengalê.  Jin, ciwan, kal û dayikên ducanî ji bo ku nekevin destê DAIŞ'ê, bi rojan tî û birçî man û gelek ji wan bi hewledanên mezin xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di rewşeke wiha giran de gerîlayên PKK’ê bi hawara wan ve çûn. Bi çûyîna gerîlayên HPG’ê re di navbera Rojava û Şengalê de korîdora jiyanê hat vekirin û gelek êzidî ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Gelek êzidiyên ketine destê DAIŞ’ê û hatine qetilkirin jî di gorên komî de hatin veşartin. Her wiha bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di bazaran de hatin firotin.    Di qirkirineke wiha mezin de ji her çar aliyên Kurdistanê gelek kes bi hawara êzidiyan çûn. Yek ji van jî Endamê Encûmena Qanûnsaz a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zîwêr Şêxo ye. Şêxo di nava 6 rojan de bi hezaran êzidî di korîdora navbera Şengal û Rojava de ji qirkirinê xelas kirin. Şêxo têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.      JI WÊ AXAFTINÊ BANDOR BÛ   Şêxo, anî ziman ku dema bihîstî ku li ser Şengalê êriş çêbûye, hewl daye ji wan re bibe alîkar û wiha qala wan rojan kir: Di 3’yê Tebaxa 2014'an di dema fermana êzidiyan de ez endamê herêma Cizîrê bûm. Dema fermanê Ronahî TV li Çiyayê Şengalê kete weşana zindî. Kesekî rûspî tev li televîzyonê bû û got,'Ji şevê din ve em ji malên xwe derketine.' Bi şev li derve mabûn. Digot,'Gel ber bi Çiyayê Şengalê ve tê. Gelek jin, zarok û kal li vê derê ne û rewşa wan xerab e.’ Gotineke wan a ku ez pir pê êşiyam hebû. Gotina Rêbertiyê ya ‘Herin Şengalê biparêzin. Heke hûn çûbûn Şengalê û PDK'ê destûr nedabe ku hûn bikevinê ew tiştekê din e. Lê heke hûn neçûbin bizanin ku dê hesabê bidin.’ bi bîr dixist. Ev bangê wan bo min pir balkêş hat. Keseke ku dibêje ferman li ser serê me çêbûye û em tenê bi kincên xwe reviyane û bi çolan ketine, bi rêya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gef li PKK'ê dixwar. Ji bo min baweriya wê civakê û hesab xwestina wî pir balkêş bû û ez di bin bandora wê de mam. Hevaltî û girêdaneke pir baş derket. Danê nîvro bû û hêj zelal nebûbû ku rewş çiye. Me bihîst ku çend şengaliyan xwe gihandiye Rojava. Roja din ez û xwîşkeke xwe hatin Goristana Qamişlo û me bang li dost û xizmên kirin ku rewşeke wiha heye.    ÇÛYINA ŞENGALÊ   Bi domdarî Şêxo bi lêv kir ku wijdana wî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê ranegirt û wiha domand: “Me dost û xizmên xwe xwest ku tiştên pêwîst amade bikin û bi vê meseleyê re eleqeder bibin. Piştre em derbas bûn. Me dît ku hejmara kesên tên Rojava zêde dibe. Me piştgirî da Heyva Sor. Hin kesên ku 2 rojan meşiyan hebûn û birînên wan hebûn. Birînên binê piyên wan giran bûn. Me jî birînên wan derman dikirin û dipêçan. Piştre jî komeke ji Rojava hat û gotin em ê biçin hundir. Min jî xwîşka xwe bi tenê hişt û bi wan re derbasî xaka Iraqê bûm. Cihekî piştre em rawestiyan û gotin em nikarin zêde biçin. Lê me di serê her gava xwe de hinek kes didîtin. Di dema vegerê de ez rastî şehîdê fermanê Hamza Tolhildan hatim. Wî got dê bikeve hundir û min jî got ez ê bi te re werim. Em li wesayîtê siwar û ketin herêmeke ku rêya wê nediyar. Şevek berê YPG’ê korîdor vekiribû. Heta me xwe gihandî Çiyayê Şengalê roj ava bûbû. Dîmenekî balkêş bû. Xelk bi piyan derdiket û gelek kesan xwestibûn xwe bi wesayîtan bigihînin Rojava lê di rê de sekinî bûn. Ji ber ku çol bû û rêyeke vekirî nebû. PKK li wir civiya û got; ‘gel çiqasî ji çiyê derkeve dê ewqas baştir e. Ji ber ku em nizanin bê ka haziriyên DAIŞ’ê çi ne. Em nizanin dê di kîjan kêliyê de komkujiyê bikin.’ Lewma li ser parastina çiyê û pêşîlêgirtina komkujiyê sekinînin. Em li wir bi Rojava re axivîn û me got çiqas wesayît hebin bişînin ji ber ku korîdor hatiye vekirin. Piştre hejmareke zêde ya wesayîtan hat û êzidî vediguhestin Rojava.”    PÊVAJOYA RIZGARKIRINA ÊZIDIYAN   Di berdewamê de Şêxo wiha qala wan kêliyan kir: “Piştre em ketin herêmeke pir xetere. Me ne dizanî dê DAIŞ derkeve pêşiya me. Korîdor hatibû vekirin û pir fireh bû. Gel êdî ji çiyê vedikişiya. Em di navbera Çiyayê Şengalê û Rojava de bûn. Me lê nihêrt ku hemû wesayît sekinî ne. Ez berpirsyarê 50 wesayîtan bûm. 5 hezar kes tê de bûn. Wesayît bi wesayît digeriyam û min jê dipirsiya bê ka kî rê nas dike. Lê kesekî nedizanî. Min nedikariya wan bibim cihekî. Nexwe heke DAIŞ derketa pêşiya me dê komkujiyeke mezin bikira. Ez li wesayîtekî siwar bûm û qederekê çûm û vegeriyam. Min ew dan pey xwe û derketin rê. 5-6 saet piştre em gihiştin Rimêlayê. Min 5-6 rojan ev kar kir. Cihê şanaziyê ku mirov di rojên tengasiyê de piştgiriyê bide gelê xwe.    ÇEKÊN ME JI ME STANDIN Û REVIYAN   Li hêla din jî dibêjim xwezî ew roj ji hişê min biçûna. Hin dayik zarokên wan li ser destê wan lê bawer nedikirin ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane. Tiştên wisa balkêş çêbûn. Em dema ku gihiştin Çiyayê Şengalê, berî ku gel bi me re li wesayîtan siwar bibe ji ewil dipirsiyan ‘Hûn kî ne?’ Em nas nedikirin. Digotin; ‘Hûn PKK ne?’ Ji min re giran dihat ku bibêjim ‘Ez PKK me.’ Piştre min lê nihêrt ku heke wisa nebêjim dê nekarim bibim alîkar, ji neçarî min got erê. Piştre ji me bawer dikirin. Ji PDK'ê ditirsiyan. Ditirsiyan ku PDK vêcarê berê wan bide cihekî din. Di dema rizgarkirinê de em pê re diaxiviyan û kurd û êzidî ji hev cuda didîtin. Lê li Rojava tu ferq û cudahiya kurd û êzidiyan nîne lewma gotinên wan bo me ecêb dihatin. PDK’ê demekî dirêj êzidî weke kurd nedîtine. Yekî got; ‘Roja ku dê pêşmerge vekişiyan min jê re taştê amade kiribû. Me jê re digot ku DAIŞ’ê Mûsil û Til Efer girtine lê qebûl nedikirin û digotin hêza me bi têrî me dike. Di carekî de telefon jê re hat û beriya ku taştê bixwin derketin çûn. Xwe vekişandin û ji me re negotin hûn jî xwe xelas bikin. Me jê re got çekên xwe bidin me da ku zarokên xwe biparêzin. Lê nedan. Ser re çeka min ji min standin û gule li min reşandin. Ez birîndar kirim û çeka min jî birin.’   Bi komkujiyê re rû bi rû hiştin. Hişê mirov ranake ku kurdek wisa bi kurdekî bike. Piştre me ji Serokê Desteya Parastinê pirsî bê ka çima çekên pêşmergeyan jê nestandine. Bi vekirî ji me re got; ‘Ji me re gotin heke hewce bike em ê bi hev re gelê xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin.’ Li Rojava hevalên me ji fermandarê pêşmergeyan re dibêjin,'Hûn neyên jî van çekan bidin me.'  Ew jî ji hikûmeta xwe dipirsin û ferman bi vî rengî ji wan re tê; ‘hûn yek fîşekê jî li pey xwe nahêlin.’   DIVÊ BARZANÎ BÊ DARIZANDIN    Divê neyê jibîrkirin ku ji mirina her êzidiyekî ya li Şengalê PDK berpirsyar e. Dîmenên biêş hebûn û bawerî bi başûrê Kurdistanê nema bû. Tenê çendek pêşmerge hebûn û divê mirov mafê wan nexwe. Min jê pirsî bê ka ev kî ne. Gotin ku pêşmergeyên YNK’ê ne. Hejmareke kêm bû. Ji ber ku PDK li wir serwer bû. Piştre em hîn bûn ku li Urdunê civînek hatiye kirin ku PDK jî di nav de bû û rê dan DAIŞ’ê ku biçe Şengalê. Hemû hewldanên PDK’ê yên wê demê ji bo hevkariya DAIŞ’ê bû. Me çavên xwe ev yek didît. Ne bawerim di dîrokê de kesekî li ser gelê xwe planeke wiha kiribe. Lewma êzidiyan ji wan bawer nedikir. Digotin; ‘Barzanî em firotin.’    RUHÊ BERXWEDANÊ DERKET PÊŞ   Ciwanên êzidî piştî digihiştin Rojava çeka xwe diavêtin û digotin; ‘êdî hewcehî pê nema.’ Me jê re digot; ‘heta dawiyê xwe biparêzin.’ Lê digotin ‘em gihiştin Rojava û tirs nema.’ Di roja sêyemîn de me dît ku ciwanên êzidî cilên leşkerî li xwe kirine û çek rakirine. Vî dîmenî di min de hêviyeke mezin çê kir. Ji dîmenê rev û teslîmkariyê, ruhê berxwedanê kete pêş. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê ji wan komên destpêkê derketin. Dirûşme diavêtin û derbasî herêmê dibûn. Bi destwerdana HPG û YPG’ê re pêşî li qirkirinê hat girtin. Heke ew nebûyan dê nîviya Şengalê ji tî û birçan bimirina. Min 5-6 rojan ev kar kir. Êdî nema dikariyam cilên li ber min li xwe bikim. Dayika min çend caran şûştin û piştre jî avêtin. Ji ber ku helandina laş çêbûbû. Me tenê ava gerim vedixwar. Dema ku em digihiştin Rojava jî me biskûvî dibirin û dixwarin. Wan dîmenan di min de şikestineke mezin çêkir. Min li wir fêm kir ku plana li ser Rojava plana Şengalê bû.    DIVÊ BARZANÎ BÊ DARIZANDIN   Bi êrişên destpêkê yên 2012'an ên li ser Serekaniyê re dixwestin Rojava û Şengalê carekê ji kurdan paqij bikin. Niha jî Erdogan dibêje,' Divê 35 kîlometre bê valakirin.’ Ev tevek nîşaneya vê rastiyê ne. Divê PDK ji ber vê dîroka xwe ya reş lêborînê bixwaze. Li gorî min divê Mesûd Barzanî bê darizandin. Ji ber ku piraniya berpirsyariya vê komkujiyê pêşmerge bûn. Divê wan pêşmergeyan îstîfa bikira û bigotina ‘ez bi kêrî parastina vî gelî nayêm.’ Dema mirov bi qezayê dibe sedema mirina kesekî dibêje min sûc kiriye. Lê ev bi hezaran kes hatine kuştin û 5 hezar kes hatine revandin lê kesek hesaba vê nade. Ji ber ku bi plankirî bû. Ji bo civaka kurd rihê xwe parastina cevherî divê bikaribe xwe biparêze û parastin xwe ji kesekî re nehêle.”