Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2022-08-01 09:35:13   AMED - Li Liceyê ji ber çêrandina pez şerê çekdarî derket û hat zanîn ku di encama şer de welatiyê bi navê Veysî Savan jiyana xwe ji dest da.    Duh di saetên şevê de li Taxa Xanakelê ya Lice ya Amedê ji ber çêrandina pez rageşî derket û ev rageşî veguherî şerê bi çekan. Hat zanîn ku di şer de kesê bi navê A.A. bi çekan êrişî Veysî Savan kir.    Savan, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.    Hat zanîn ku faîl A.A. reviyaye û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.