‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’ 2022-08-01 10:01:12 AMED - Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ji bo tevlibûna mitînga 6’ê tabaxê bang li xelkê Amedê kirin û diyar krin ku ev mitîng li dijî tecrîd û şer wê bibe bersiv û gotin: “Çi dibe bila bibe wê serkeftin ya me be.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 6’e tabaxê de bi dirûşma “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê wê mitîngek li dar bixe. Ev mitînga herêmî ye dê ji bajarên derdora Amedê welatî tevli mitîngê bibin. Rêxistinên HDP’ê ya bajêr û navçeyên Amedê xebatên mitîngê bênavber didomînin. Ji kolanên bajêr bigire heta gundan xebata amadekariya mitîngê berdewam dike.    Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Zeyad Ceylan û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier destnîşan kirin ku mitînga ku dê li dar bixin wê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şerê ku li Kurdistanê diqewime re bibe bersiv û ji bo beşdariya mitîngê bang li xelkê kirin.    ‘SERKEFTIN YA ME YE’   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan anî ziman ku wê mitînga ku li dar bixin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şerê ku li Kurdistanê diqewime bibe bersiv û ji bo tevlibûna mitîngê vê bangê kir: “Em dibêjin li dijî şer, tecrîd û talankirinê çareserî em in. Jixwe şîyara me ya mitîngê jî ew e ku em carek din siyaseta şer a AKP-MHP’ê ku li ser kurdan ferz dikin re em bêjin na û pêşî li vê siyasetê bigrin. Tecrîdê bi xwe re şer û krîza aborî û siyasî bi xwe re anî. Ev yek jî musesibê têkçûyine siyaseta AKP-MHP’ê ye. Gelê me di her şert û mercan de xwedî li partiya xwe derketiye û tu carî li dijî zilmê serê xwe netewandiye. Em di wê bîr û baweriyê da ne ku gelê Amedê di vê mitîngê de wê carek din denge heqîqetê, dengê rastiyê li Qada Îstasyonê bilind bike. Em dîsa dûbare dibêjin çi dibe bila bibe serkeftin wê ya me be.”    ‘MITÎNGA KURDISTANÊ YE’   Parlamenter Îmam Taşçier jî diyar kir ku mitînga ku wê li dar bixin mitînga bakurê Kurdistanê ye û wiha got: “Hêviya me ew e ku yekitî û yekrêziya kurdan di vê mitîngê de deng bide. Ji ber ku li çar parçeyên Kurdistane êrişek li ser gelê kurd heye. Ez bawerim bi tevlibûnek xurt di vê mitîngê de êrişên dagirker jî wê lawaz bibin. Lê heke gelê kurd bêdeng bimîne dê mitîng lawaz derbas bibe. Wê demê jî dê dagirker jî êrişên xwe zêdetir bikin.”    ‘LI DIJÎ TECRÎD Û ŞER TEV LI MITÎNGÊ BIBIN’    Taşçier destnîşan kir ku di heman demê de ev mitîng li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Ev mitînga ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pir girîng e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe wê demokrasî neyê Tirkiyeyê. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe jî yekemîn divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Ev mitîng bi mijarên tecrîd, şer û dagirkeriyê ve girêdayî ye. Em bawerin gelê me jî li dijî vê yekê wê bi girseyek xurt beşdarî mitîngê bibe. Em jî carek din ji bo bersivek bidin tecrîd û şer, bang li gel dikin ku tevli mitîngê bibin.”