Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin 2022-08-01 10:46:06 ENQERE - Pispora Norolojiyê Dr. Emel Gokmen diyar kir ku şert û mercên girtîgehê bi xwe dibin sedema demansê û wiha got: “Nabe ku nexweşeke wiha bê darizandin.”   Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin û di adara sala 2021’an de sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê hatibû kirin. Li beşên Psîkiyatrî, Dahîliye, Norolojî û Şaxên Zanista Sereke ya Tipa Edlî yên nexweşxaneyê hat miayenekirin û di encama testan de derket holê ku bi nexweşiya demansê ketiye. Nexweşxaneyê da zanîn ku Tugluk nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û pêşniyar kir ku cezayê wê were paşdexistin. Lê belê li gel ku Tugluk gelek caran sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin jî, zor lê hat kirin ku di Doza Kobanê de parastina xwe bike. Li ser biryara dadgehê, ji bo parastinê divê îro di danişînê de bê amadekirin.    Pispora Norolojiyê Dr. Emel Gokmen têkildarî nexweşiya demansê bi bersivandina 10 pirsên me re vegot bê ka kesên bi vê nexweşiyê dikevin hewceye di nava kîjan şert û mercan de bijîn û ev nexweş dikarin girtîgehê de bimînin an na.   Nexweşiya demansê û nîşaneyên wê çi ne?     Nexweşiya demansê cureyeke Alzheîmerê ya herî tê zanîn e. Nîşaneya wê ya herî diyar jî ew e ku di hafizeyê de xerabûn çêdibe, performansa pîşeyî kêm dibe, di bi kar anîna alavên rojane û sexbêrkirina xwe ya şexsî xerab dibe. Şert û mercên girtîgehê anku îzolasyon bi tena serê xwe dibe sedema demansê.   Cureya Alzheîmerê yê herî zêde tê naskirin, demans e. Heke di çarçoveya Alzheîmerê em ji bo heman demansiyan binirxînin, hucreyên di mejî de anku di noronan de rûxan dest pê dike. Ev rûxan bandorê li çalakiyên nava rojê dike. Heke ev rûxan ne girêdayî temen bi lez û bez çêbibe, ev weke demans tê binavkirin. . Nîşaneya wê ya herî diyar jî ew e ku di hafizeyê de xerabûn çêdibe, performansa pîşeyî kêm dibe, di bi kar anîna alavên rojane û sexbêrkirina xwe ya şexsî xerab dibe.   Ji bo teşhîsê çi tê kirin?   Ji bo teşhîsa demansê Testa Mînî Mental tê kirin. Heke di encama vê testa kontrolkirinê de gumana demansê çêbibe, nexweşî digirin nirxandineke norolojîk û psîkometrîk a bi hûr û kûrtir. Nexweş ji miayeneyeke fîzîkî ya berfirehtir re tê derbaskirin. Derheqê rabûrdiya wê û xizmeka wê de agahiyên berfireh tên berhevkirin. Piştî Testa Mînî Mentalê, testên biyokîmyewî, rêbeazên bi dîmenkirina noro (MR,BT), testên noropsîkolojîk û hewce bike EEG, kar û barên girtina şilaviya ji piştî tên ceribandin. Di encama van lêkolînan de dikare teşhîsa demansê were kirin. Ji bo şopandin û tedawiya nexweşiyê gelek girîng e ku nexweşiya rê li ber demansê vekiriye were teşhîskirin.    Şert û mercên rê li ber pêşketina vê nexweşiyê vedikin çi ne?    Guherandina cihê nexweşê demansê, birina wan a cihên cuda, mirov lê ferz bike ku hinek tiştan bikin, pirsîna hinek tiştan, bi ser de çûn, mirov bide zorê ku bersivê bidin û hwd. rê li ber pêşketina vê nexweşiyê vedikin. Ya herî girîng jî ew e ku li cihekî wê/wî ji hêla hestiyariyê ve nebaş dike bimîne. Ji hêla hestan ve leşkerên li girtîgehê, birin û anîna wê ya nexweşxane û dadgehan dê Ayselê bide zorê. Ji ber ku şert û mercên ew tê de dijî ji şert û mercên xwezayî yên jiyanê dûr in. Şert û mercên girtîgehê anku îzolasyon bi tena serê xwe dibe sedema demansê. Ev yek bi awayekî zanistî hatiye tespîtkirin. Ji bo pêşketina demansê jî bandoreke gelek gelek neyînî dike.    Ji bo nexweşên demansê cihê herî baş çawa ye?    Cihên ku êdî hîn bûyê û xwe li wir baş dike wan hinek rehet dike. Guherandina cih, cih û kesên ku nas nakin dibe sedem ku xwe nebaş hîs bikin û di klînîka wê de rê li ber pêşketinên neyînî dike. Hewcehî pê dibînin ku li cihekî bi ewle bin û li dora wan kesên nas dikin hebin. Divê li cihekî dizane û bi qasî ji dest tê tiştên ku hinek tiştan bi bîra wan tînin bimînin. Ev yek gelek girîng e. Li girtîgehên ku şert û mercên îzolasyonê lê hene tu tiştekî hişyarker li wir nîne.    Di dîrokê de cezayê mirinê bi awayên cuda hatin pêkanîn. Ji rihê re made hatin dayîn û pêk anîn. Ev şert û merc, ji bo nexweşên demansê cureyeke înfazê ye ku hêdî hêdî ji rehan tê dayîn.    Wateya ragirtina nexweşên demansê ya di girtîgehan de çi ye?    Cezayên mirinê di dîrokê de bi awayên cuda hatin pêkanîn. Di dîrokê de cezayê mirinê bi awayên cuda hatin pêkanîn. Ji rihê re made hatin dayîn û pêk anîn. Ev şert û merc, ji bo nexweşên demansê cureyeke înfazê ye ku hêdî hêdî ji rehan tê dayîn. Peywirdarên ku ji bo domandina vê rewşê dibin alîkar divê baş bizanin ku ew vê înfazê pêk tînin û berpirsyartiya wan heye.    Gelo nexweşeke demansê dikare pirsên jê tên kirin bibersivîne?    Di gelek qadên mejiyê nexweşên demansê de rûxînên parçe parçe çê dibin lewma nexweşiya xwe zû bi zû qebûl nakin. Nizane ku di pêvajoya demansê de ye û vê yekê nizane. Ji ber ku bi vê rewşê nizane, bi noronên ku hêjta winda nekirine re hewl dide hinek tiştan baş bike lê di kirina wan de zehmetiyan dikêşe. Dema hewl dide bi ser windakirina hinek qebîliyetên xwe yên rojane veşêre û hewl dide bersiva hinek pirsan de ev rewş xwe baş nîşan dide.    Gelo ev rewş dikare bi şandina hevnegirtiyên raporan a ji ATK’ê re were çareserkirin?    Dema mirov li nîşeneyên nexweşxaneya zanîngehê û yên ATK’ê dinihêre, dibîne ku çavdêriyên nêzî hev hatine kirin lê belê şîroveyên cuda hatine kirin. Ji bo mijara demansê hewcehî bi navendeke arîzibûyî û tecrûbeyên xebatê pêş xistî heye. Lewma pir aşkera ye ku bi şandina raporên hev nagirin a ji ATK’ê re ev pirsgirêk çareser nabe. Bersiva pirsên “gelo dikare parastina xwe bike yan na, bila were berdan an na’ dikare ji hêla navendeke wiha ve were dayîn. Lê ger em li rewşa heyî ya Ayselê binihêrin û helwestekî siyasî neyê nîşandan, hemû unîteyên norolojî û psîkiyatriyê dikarin vê pêşketin û nirxandinê bikin. Lê belê ji bo teşhîsê hewcehî bi navendê heye.    Dadgehê dîsa ji ATK’ê nirxandin xwest. Gelo vê yekê dibe bandoreke çawa li Tugluk kiribe?    Dadgehê ji bo zelalkirina hevnegirtina raporên di navbera du saziyan de careke din nirxandin xwestiye. Vê yekê jî kiriye ku nexweş bi darê zorê di nava şert û mercên dermirovî de bimîne.    SPOT: Nexweşeka wiha nayê darizandin. Tabloyeke vekirî ya rûxandinê heye. Pir aşkeraye ku keseka di vê tabloyê de nikare parastina xwe bike.    Nexweşeka demansê dikare were darizandin an na û dê bikara parastina xwe bike?    Nexweşeke wiha nayê darizandin. Ez derheqê nexweşeke ku min nedîtiye de şîroveyê dikim lê rapor û şahidiyên şahid, parêzer û xizmên wê hene. Min derfet dît ku wan re di daxuyaniyan de yekser hev bibînin. Tabloyeke rûxîniyê ya zelal li pêş çava ye. Pir aşkeraye ku keseka di vê rewşê de nikare xwe biparêze. Ji darizandina kesekê zêdetir, li holê nexweşeka demansê heye ku pêdiviya wê bi tedawî û şert û mercên baş e.    Ji bo nexweşeka wiha divê tişta lezgîn a were kirin çi ye?    Divê mafê wê yê tenduristiyê neyê binpêkirin. Tekane vebijêrk ew e ku dadgeh nexweşeka wiha ya demansê nedarizîne, ATK bêalî tevbigere û biryara tehliyeyê berde û herî dawî jî li gel xizmên wê şert û mercên însanî jê re werin amadekirin.    Bi awayekî zanistî tê zanîn ku îzolasyon û şert û mercên li girtîgehên bi ewlekariya bilind bi tena serê xwe rê li ber rûxîna organîk a mejî anku rê li ber rûxînên mîna demansê vedike. Ji ber ku nexweşên demansê di domandina jiyana xwe ya rojane de zehmetiya dikêşin û pêdiviya wan bi alîkariya mirovên din heye. Hewceye cezayê wan di zûtirin demê de were paşdexistin û li navendeke ku ew jê bawer dest bi tetkîk û tedawiya wan were kirin.    MA / Zemo Aggoz