Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê 2022-08-01 10:53:31 STENBOL - Nazîme Avras ku mafê wê hilbijirînê ji destê wê hat girtin û 6 sal û 9 meh di girtîgehê de diyar kir ku li girtîgehê berxwedanek bêhempa heye û girtî tariyê vediguherînin ronahiyê.    Di hilbijartina xwecihî ya di 30’ê Adara 2014’an de li navçeya Norşînê ya Bedlîsê Nazîme Avras ku ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wek Hevşaredar tê bijartin lê bi hêceta ku berpirsiyariya wê hilbijartinê nîne ji wezîfeyê tê girtin. Avras piştîj i wezîfeyê tê girtin xebatên xwe yên siyasî bi Hevserokatiya HDP’a Bedlîsê berdewam dike û di 25’ê Mijdara sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” ji ber xebatên xwe yên siyasî tê girtin. Ewilî di Girtîgeha Bedlîsê de dimîne û piştî 5 mehan wê sewqî Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dikin.  Di çarçoveya doza jê hat darizandin 10 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hat birîn û di van salên girtî de bi nexweşînên cuda re rûbirû ma. Avras di girtîgehê de malzaroka wê li xwînê der dibe û bi hêcetên cuda demek dirêj nehat tedawîkirin. Piştî 6 sal û 9 mehan di 20’ê tîrmehê de ji girtîgehê derket. Avras ji ajansa me re axivî û qala pêvajoya girtîgehê kir.    ZEXTÊN DEWLETÊ WÊ BER BI TÊKOŞÎNÊ VE BIRIYE    Avras bi bîr xist ku ew di salên 90’î de dema dewletê gundan dişewitand û vala dikir zextên dewletê nas kiriye û wê çavê xwe bi têkoşîna salan vekiriye. Avras diyar kir ku armanca wê sereke ya têkoşîna azadiyê jiyanek azad bûye û ji ber têkoşîna xwe gelek caran bi êrişên dewletê re rûbirû maye. Avras da zanîn ku wê jî wek bi deh hezaran kurd bi malbata xwe re koçber bûye û bal kişand ser zext û zordariya dewletê ya wê deme. Avras diyar kir ku çîroka wê jî wek çîroka bi hezaran malbatên kurd e û jiyana wê jî wek jiyana her jinek kurd bi zehmetî derbas bûye û wê jî wek bi milyonan kurd ji bo jiyanek û welatek azad têkoşiyaye û siyasetê kiriye.    GIRTIN NE HEQÛQÎ NE    Avras anî ziman ku êrişên li dijî siyaseta kurd wek her demê berdewam dikin û ev êriş zêde bûne û got: “Kî merhabatiyê daye, me hat girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Tu bingehek vê hiqûqî tune ye. Jixwe li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek nemaye û nîne. Li gorî xwe dosyeyek amade dikin û bi awayek dijhiqûqî me dan girtin û ev bêhiqûqî didome.”    JI BO AZADIYÊ ÇI BÊ KIRIN KÊM E    Avras destnîşan kir ku ew ji bo azadiyê çi bikin û çi bedelan bidin jî kêm e û wiha got: “Divê em her daîm bi îradeyek xurt li pêş bin. Em dikarin wisa welatê xwe li dijî polîtîkayên qirêj biparêzin. Dema tu bi bandor bî neçar in te qebûl bikin.”    BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN   Avras bal kişand ser berxwedana girtiyan a li girtîgehan û wiha axivî: “Ez rewşa ku girtî têde ne wek berxwedanek kêlî bi kêlî pênase dikim. Her tim gardiyan û leşker dixwazin te tune bikin. Kengê bixwaze tê te sirgûn dike. Dikare bi ser qawîşan de bigire û tundiyê li te bike. Dikarin kelûpelên te talan bikin. Her wiha di warê derûnî de gelek zextan dikin. Jixwe ketine pey derdê ku te qanih bikin û te ji refên te biqetînin. Dixwazin te li gorî xwe terbiye bikin. Desteyên Çavdêriya Îdareya Girtîgehan ‘poşmantiyê’ li girtiyan ferz dike. Berxwedan û helwesta hevalan vê rêbaza wan pûç kir. Li Girtîgeha Gebzeyê Mizgîn Aydin a 30 sal in girtî ye û Hava Ak nexweş in û rewşa wan giran e. Tedawiya carna tê taloqkirin. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Dixwazin rewşek derûnî li ser girtiyan çêbikin û wan bêfikir û bêraman bihêlin. Gelek tiştên girtiyan tên desteserkirin. Tiştên kantînê bi awayek biha difiroşin girtiyan. Heqê fatûreya ceyranê du qatê wê ji me distandin.”    BERXWEDAN Û AZADΠ   Avras destnîşan kir ku bingeha berxwedana girtiyan ji berxwedana Zindana Amedê ya Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş û Sakîne Cansiz heta îro tê û ew ruhê berxwedana Zindana Amedê îro li tevahiya girtîgehan zindî ye. Avras got: “Wê ev berxwedan tu demê neyê şikandin. Daxwaza her girtiyekî berxwedan e. Dixwazin her kes bixebite û li ber xwe bide. Daxwaza wan ew e ku dibêjin wê azadî bi berxwedanê were. Berxwedanek û azadiyek giştî ji bo me lazim e. Berxwedan tariyê radike û ronahiyê tîne.”    MA / Mehmet Aslan