HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin 2022-08-01 11:07:27   STENBOL - Endamê PM’a HDP’ê Lîvan Orman û endamên Meclisa Ciwanan jî di nav de bi giştî 8 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.    Polîsan di 29’ê tîrmehê de bi ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên wê de girtibûn. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û endamê PM’a HDP’ê Lîvan Orman, Hevserokê HDP’a Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Merdîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salih Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr binçav kiribûn. Dema binçavkirinê ya 8 binçavkiriyan ji bo 4 rojan hate dirêjkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Wan û Muglayê jî 4 kes hatin binçavkirin.    Kar û barên îfadegirtinê yên 8 binçavkiriyên li Stenbolê ji duh bi şev ve dest pê kirin. Di dema îfadeyê de ciwanên HDP’î ji ber xebatên siyasî û axaftinên li ser telefonê bi “endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Piştî bidawîbûna kar û barên îfadegirtinê, her 8 binçavkirî sewqî Edliyeya STenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Hat zanîn ku 4 binçavkiriyên ji Wan û Muglayê jî dê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade bidin dozgeriyê.