Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran 2022-08-01 11:25:32 AMED - Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal û Cemxanêya Şaxa Amedê Aydin Atli jî bertek nîşanî êrişên li dijî saziyên elewiyan da û diyar kir ku ew êriş ne karê sereserekî û dînekî ye û ji ber van êrişan ew bi fikar in.   Li Enqerê Cemxaneya Dayik Fatma, Şah-i Merdan û Komeleya Gundê Gokçebel a Tirkmenan bi awayek hemwext bi êrişan re rûbirû man. Sazî û dezgehên elewiyan li dijî van êrişan rabûne û bertek nîşanî êrişan didin. Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal û Cemxanêya Şaxa Amedê Aydin Atli jî bertek nîşanî êrişan da û destnîşan kir ku ev êriş ne êrişên ji rêzê ne.    ‘HER KU RAYEDAR DIAXIVIN ÊRIŞ PÊK TÊN’    Atli anî ziman ku di encama êrişan de jinek birîndar bûye û ev êriş bi awayekî organîze hatine kirin. Atli bi lêv kir ku di demên dawî de êriş li ser sazî û dezgehên elewiyan zêde dibin û tenê ne li dijî elewiyan di heman demê de li dijî kurdan û hêzên demokrasîxwaz û azadxwaz jî zêde bûne. Atli axaftina xwe wiha domand: “Tekiliya êriş û rewşa heyî ya li Tirkiyeyê ji hev qut nîne. Ji berê vê êriş li dijî elewiyan pêk tên. Çapemeniya tirk viya nade. Piştî êrişan Wezirê Karên Navxweyî jî axaftinek kir. Her ku rayedar diaxivin êriş zêde dibin. Êrişên li ser cemxaneyan raste rast êrişên li dijî baweriya elewîtiyê ne. Her ku Serokkomar û Wezîrê Karên Navxweyî derbarê elewiyan de diaxivin êriş pêk tên. Di cemxaneyê de pîr amadekariya cemê dike, êrişkar jî kursî diavêje wî û bi rihetî derdikeve diçe. Ev ji ber kes dengê xwe ji êrişkaran re nake, pêk tên.”    ‘NE KARÊ YEK KESÎ YE’   Atli bal kişand ser axaftina Sedat Peker a derbarê elewiyan de û got: “Sedat Peker gotibû, ‘di demên pêş de wê êrişî elewiyan bikin.’ Pişt re jî vaye em dibînin ev êriş diqewimin. Ji ber van êrişan em bi fikar in. Em bawer nakin ku tenê serseriyek ango bêhişek van êrişan kiribe. Bi tena serê xwe kesek nikare van êrişan bike. Hêviya me ew e ev êriş werin lêkolînkirin û ji raya giştî re bên parvekirin.”