Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin 2022-08-01 11:28:32 WAN - Sînan Aslan ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hatibû kirin û piştre weke Qeymeqamê Develiyê hatibû peywirdarkirin, ji peywirê hate îxarackirin. Hevjîna Aslan a dadger jî ji kar hat dûrxistin.  Piştî ku li Şaredariya Rêya Armûşê qeyûm hat tayînkirin, Qeymeqamê Develî ya Kayseriyê Sînan Aslan ku bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê yên li dijî kurdan û nelirêtiyên xwe ji rojevê danediket, ji peywirê hat îxrackirin. Her wiha hevjîna wî Semra Ozten ku dadgera endam a Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Kayseriyê bû jî ji peywirê hate dûrxistin. Lêpirsîna derheqê dadger Semra Aslan de li HSD’ê berdewam dike û qeyûm Sînan Aslan jî di 29’ê tîrmehê de ji peywirê hat îxrackirin.    NAVÊ WÎ DI NAVA GELEK NELIRÊTIYAN DE DERBAS BÛ   Di dema peywira xwe ya li Wanê de Aslan her tim bi bêusûlî û nelirêtiyan di rojevê de bû. Bi taybet jî bi awayekî derhiqûqî kes digirt kar, kesên di dema HDP’ê dest bi kar kiribûn ji kar derxist û piştre jî nelirêtî û bêusûltiyên wî derketibûn holê. Piştî ku nelirêtiyên wî yên li şaredariyê derketin holê, weke Qeymeqamê Develiyê hate tayînkirin. Qeyûmê nû Îhsan Emre Aydin jî têkildarî nelirêtiyên ku Aslan li şaredariyê kiribûn ji Wezareta Karên Hundir xwest ku mufettîşek were û lêkolînê bike. Hat zanîn ku di encama lêkolîna mufettîşan de xuya bû ku di girtina kar û îhaleyan de nelirêtiyên mezin hatine kirin û gelek kesên di dema nelirêtiyên Aslan de hatibûn tayînkirin jî ji peywirê hatin girtin.    50 BEDIL STANDIN Û PEREYÊ WÊ ŞAREDARIYÊ DA   Aslan û rêveberên ku wî tayînkiribûn, ji bo xwe ji fîrmayeke cil û bergan 50 bedil kiribûn ku pereyê wê şaredariyê dabû û ev mijar demekî dirêj di rojeva bajêr de bû. Hat zanîn ku Aslan pereyê cilên xwe jî ji bo organîzasyona şîrketeke din birî û weke lêçûneke şaredariyê nîşan da.    BIRYARA QEDEXEYA WEŞANÊ DABÊ DAYÎN    Piştî ku belgeyên wî yên nelirêtiyê derketin, Aslan serî li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Develiyê da û jê xwest ku ji bo nûçeyên derheqê wî de biryara qedexeyê were dayîn. Li ser vê yekê jî dadgehê ji bo 66 nûçeyan biryara qedexeyê dabû. Her wiha dadgehê ji bo ku nûçeyên hatine weşandin werin rakirin, nivîsa hişyarkirinê ji dezgehên çapemeniyê re şandibû.