Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin 2022-08-01 12:08:37 ENQERE - Beriya danişîna Doza Kobanê, jinan ji bo Aysel Tugluk ku şandeya dadgehê bi darê zorê jê xwest ku parastina xwe bike daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan xwest ku dawî li îşkenceya ser Aysel Tugluk bê anîn.    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja 5’an de de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.   Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ye. Beriya danişînê, endamên Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin û siyasetmedaran têkildarî biryara şandeya dadgehê ku digot divê Tugluk parastina xwe bike, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de ji Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozgun, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Endama Lijneya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şebnem Oguz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) amade bûn.    ‘REWŞA GIRTÎ DIDOME’   Prof. Dr. Ozgun di daxuyaniyê de got ku ji ber nexweşiya demansê, mimkin nîne ku Tugluk bikare li girtîgehê bimîne û wiha domand: “Mixabin êdî Aysel Tugluk beriya ku alîkariyê bigire ne di wê rewşê de ye ku bikare sexbêra xwe ya rojane bike û pêdiviyên xwe bi cih bîne. Jixwe çendek meh berê Şaxa Zanistên Sereke ya Tipa Edlî ya Zanîngeha Kocaeliyê da zanîn ku Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne. Lê belê di çarçoveya raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) de rewşa wê ya girtî hêj didome. Li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî divê girtiyên nexweş ji bo tedawiyeke baş werin berdan. Lê mafê jiyanê yê Tugluk û girtiyên nexweş tê binpêkirin. Jiyaneke bitendurist mafê bingehîn ê her kesekî ye. Divê Tugluk di çarçoveya vî mafî de were berdan. Rewşa wê roj bi roj girantir dibe. Mafê wê yê parastinê ku divê piştî tedawiyê were kirin, tê binpêkirin. Di rewşeke wiha de dadgeh Tugluk dide zorê ku parastina xwe bike.”   BANGA XWEDÎLÊDERKETINÊ   Ozgun, da zanîn ku di rûniştina hefteyan din de serokê dadgehê biryar da ku Tugluk di 1’ê Tebaxê de li odeya SEGBÎS’ê amade be û axaftina xwe wiha qedand: “Ev helwesta dadgehê, tê wateya binpêkirina mafê parastinê. Heta ku Tugluk neyê tedawîkirin û parastina xwe piştî tedawiyê neke, ev biryar tê wateya xespkirina mafê parastinê. Ev helwesta zextker ku mafê tedawiyê yê Tugluk binpê dike, êdî veguheriye îşkenceyê. Divê ev îşkenceya li dijî Aysel Tugluk di zûtirin demê de bi dawî bibe. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê ew e ku xwedî li Tugluk derkevin û dengê xwe bêhtir derxînin.”.   Piştre jî jin derbasî eywana danişînê bûn.