DFG'ê serdana Baroya Amedê kir 2022-08-01 12:37:49 AMED - DFG'ê bi armanca ku Baroya Amedê bi gefan re rûbirû ma, serdana rêveberiya baroyê kir û DFG'ê diyar kir ku ew piştevanê baroyê ne.     Baroya Amedê ji ber ku Qetlîama Zaxoyê ya di 20'ê Tîrmehê de ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû û 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû, şermezar kiribû hedef hatibû nîşandan. Piştî hedef nîşandanê derbarê rêveberiya Baroyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi armanca piştevaniyê serdana rêveberiya Baroyê kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û rêveberên komeleyê ji aliyê rêveberên Baroyê Mehdî Ozdemîr û Serdar Ozer ve hatin pêşwazîkirin.    'BAROYÊ HELWESTEK MÎNAK NÎŞAN DA'    Hevseroka DFG'ê Muftuoglu di serdanê de axivî û got ew pigirtiyê didin Baroya Amedê. Muftuoglu di heyama Tahîr Elçî ku serokê baroyê bû û bi gefan re rûbirû ma, piştî hedef hat nîşandan heta ku di êrişek li Sûrê de hat qetilkirin bi bîr xist û niha jî tê xwestin ku ev gef û gur û êriş li dijî baroyê berdewam bikin. Muftuoglu diyar kir ku Baroya Amedê xwest qetlîama Zaxoyê bê ronîkirin û di vê mijarê de gavek girîng avêtiye. Muftuoglu anî ziman ku Baroya Amedê helwestek bi mînak nîşanî rêxistinên sivîl daye û got: "Baroya Amedê helwestek bi rûmet nîşan da û dîsa wek her tim bi mîsyona xwe ya dîrokî rabû. Em hedef nîşandana baroyê şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê her tim piştevanê baroyê bin."    'XWESTIN BAROYA AMEDÊ BITIRSÎNIN'    Rêveberê Baroyê Mehdî Ozdemîr jî destnîşan kir ku wan bi daxuyaniya belav kir mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anîn û xwestin bi gef û lêpirsînê Baroya Amedê ji bizav ve bixînin lê dê gef û zext bi ser nekevin.