‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’ 2022-08-01 13:45:46 MÊRSÎN - Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endama Meclisa Şaredariya Akdenîzê Bedriye Kûş binçavkirina endamên Meclisê wek “darbeya li dijî siyaseta demokratîk” nirxand û got: “Em ê li Akdenîzê destûr nedin talankirinê.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê têkildarî beriya civîna Meclisa Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’ê ku hatibûn binçavkirin û piştî civînê ku hatin berdan civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Meclisê yên hatin berdan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û rêveberên HDP’ê tev li civînê bûn. Civîn li avahiya HDP’a Bajêr hat lidarxistin.    ORGANÎZEKIRÎ HATINE BINÇAVKIRIN    Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrsînê û endama Meclisa Şaredariya Akdenîzê Bedriye Kûş di civînê de axivî û diyar kir ku dema ew di binçavan de bûne endamên Meclisê yên HDP’ê û CHP’ê xwestine bi Şaredarê Akdenîzê Mustafa Gultak ê AKP’yî re biaxivin lê şaredar li endamên Meclisê venegeriyaye. Kuş binçavkirina xwe û endamên Meclisê wek “darbeya li dijî siyaseta demokratîk” nirxand û îktidarê carek din xwestiye siyaseta demokratîk û têkoşîna HDP’ê bi rêya darazê bêdeng bike lê polîs û daraz bi ser neketin. Kûş anî ziman ku Şaredar Mustafa Gultak, dozger û polîsan bi awayek organîzekirî operasyon li dar xistine û xwestine muxalefetiya HDP’ê ji pêşiya xwe rakin û ev operasyon di encama gefên Gultak de pêk hatiye. Kûş destnîşan kir ku ew ê hem di warê siyasî de hem jî di warê hiqûqî de têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em ê li Akdenîzê destûra talan û diziyê nedin. Helbet em ê hesabê van kirinan bipirsin.”