Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e 2022-08-01 14:02:29 AMED - Egitim Sena Amedê tekildarî cezayê ku ji ber daxwaza dersên kurdî li endamên wan hatiye birîn daxuyanî da û got daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û ew biryara AYM’ê napejirînin.    Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şaxên Jimara 1’an û 2’yan ên Amedê, tekildarî bi mebesta dersên kurdî ku ceza li endamên wan hatiye birîn û AYM jî biryara redê daye li avahiya xwe ya Jimaa 1’an a li semta Ofîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Biryara ku AYM’ê daye ne di cih de ye em napejirînin” hat daliqandin.    'ZIMAN JI BO GELAN GIRÎNG E'    Rêveberê Egitim Senê Fesîh Zirek daxuyanî xwend. Zîrek bi bîr xist ku di sala 2016’an de bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê li ser girîngiya ziman dersek bidin ji ber vê jî lêpirsîn derbarê endamên wan de hatibû destpêkirin û pişt re jî ceza li wan hatibû birîn. Zîrek diyar kir ku wan li dijî vê yekê nerazîbûna xwe gihandibû Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û AYM’ê jî daxwaza wan red kiriye. Zirek axaftina xwe wiha domand: “Ziman parçeyê çandê ya sereke ye. Lewra ziman ji bo gelan pir girîng e. Hem gel şikil didin zimanan hem jî ziman şikil didin gelan, bi vî awayî ziman dibin nasnameya gelan. Li gorî UNESCO'yê di hûndirê sed salî de zarokên ku bi wî zimanî xeber nedin li ber tunebûnê ye, ew ziman di xeterê de ye û zarok bi wî zimanî xeber nedin ew ziman mirî tê hesibandin. Li Tirkiyeyê 18 ziman ji tunebûn û bi tunebûnê re rûbirû ne.”    ‘MAFÊ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFÊKÎ BINGEHÎN E’   Zîrek destnîşan kir ku ziman perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û wiha got: “Di Hevpeymana Mafên Zarokan Ya Neteweyên Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî yek ji binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin tê hesibandin. Weke di rêziknameya me de jî diyar e em dibên li vî welatî ne tenê bi tirkî her wiha bi kurdî, erebî, lazî, ermenî, hemşînî, çeçeni, suryanî û hwd. divê perwerde bê dayîn. Weke Egîtîm Senê em dibêjin ku; bi qedexekirinê, bi rêlibergirtinê tu car maf pêş de naçin. Bi salan e ku ev polîtîka têne meşandin lê civakan bi pêş ve nabin û berevajî vê pêşvebirinê dixetimînin. Divê dev ji van biryarên qedexekar bê berdan. Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafekî ji mafê mirovan ê bingehîn e.”   Zîrek di dawiya daxuyaniyê de bi lêv kir ku wê tu car biryarên bi vî rengî nepijirînin û tu car ji aliyê hiqûqî ve dê dest ji doza xwe bernedin.