Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min 2022-08-01 14:22:43 ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Aysel Tugluk bi SEGBÎS’î beşdarî danişînê bû û got; “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim. Nayê bîra min.” Li gel vê yekê jî şandeya dadgehê Tugluk da zorê ku parastina xwe bike. Vê helwesta dadgehê rê li ber nerazîbûnan vekir.    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.    Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, ji Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozgun, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Endama Lijneya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şebnem Oguz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajêr, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.   Siyasetmedar Aysel Tugluk ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gulten Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û parêzer Ezgî Gungordu refeqetiya Tugluk kirin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeyê piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin xwend.    Piştre jî parêzer Serdar Çelebî ji Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û daxwaza ji bo neguhdarkirina Tugluk dubare kir û raporên ATK’ê bi bîr xist. Çelebî bi domdarî wiha got: “Me derheqê rewşa tenduristiyê ya Tugluk de gelek rapor dan we. Aşkeraye ku Tugluk nikare parastina xwe bike. Mafê wê yê parastinê tê binpêkirin. Mafê parastinê jî bingeha darizandina adilane ye. Ya ku tê kirin nêzikatiye xerab, îşkence ye.”   BIRYAR DAN KU LI TUGLUK GUHDAR BIKIN   Dozgeriyê jî xwest ku Tugluk parastina xwe bi rêya parêzer bike. Şandeya dadgehê jî gotina “Heta astekî dikare parastinê bike” ya di rapora ATK’ê weke hincet nîşan da û daxwaza parêzer Çelebî red kir. Piştre jî derbasî îfadeya Tugluk bûn.   TUGLUK: EZ NE DI REWŞEKE WISA DE ME KU BIKARIM XWE BIPARÊZIM    Li gel ku Tugluk dema diaxiviya zehmetî dikişand jî, şandeyê berdewam kir. Tugluk, da zanîn ku ne di rewşeke wisa de ye ku bikare biaxive û wiha domand: “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim.” Şandeyê piştre hinek pirs ji Tugluk kirin. Şandeyê ji Tugluk pirsiya bê ka Kerem Gokalp nas dike yan na û îfadeyên Gokalp ku îdia dikir Tugluk bi wesayîta xwe birîndar veguhestine jê pirsiya. Tugluk, diyar kir ku Gokalp nas nake û ew pêvajo nayê bîra wê.    ‘HÛN ÎŞKENCEYÊ DIKIN’   Parêzer Çelebî mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku pirsên ji Tugluk tên kirin dikeve çarçoveya darizandina mukerer û îtîraz kir. Dadgehê îtîraz red kir. Piştre jî parêzer Kemal Akalin axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn derheqê demansê de çi dizanin? Hûn li vê derê îşkenceyê li jineke kurd dikin. Hûn baweriya xwe bi çi tiştê ATK’ê tînin ku ji van raporan bibawerin? Destê xwe deynin ser wijdana xwe. Hûn henekên xwe dikin, hinek rêzgir bin. Hûn li pey çi ne? Hûn îfadeyê bigirin çi ye negirin çi ye. We ji xwe biryara xwe daye. Bes ezyetê lê bikin. Me di demên berê de jî got lê hûn daxwazan qebûl nakin û her tiştekî red dikin. Hûn kî ne? Dê kesên rojekê we bidarizînin jî werin.”    Piştre jî parêzer Ezgî Gungordu mafê axaftinê girt û wiha got: “Îfadeyê Aysel Tugluk bi darê zorê tê girtin. Li gel ku Aysel xanim dibêje nikare îfade bide jî hûn pirsan jê dikin. Li gel ku dibêje nikare parastina xwe bike jî hûn bi darê zorê pirsan jê dikin. Ev îşkence ye. ATK dibêje; ‘heta astekî dikare parastina xwe bike’ lê ev yek di qanûnê de tune ye. Hûn îşkenceyê tercîh dikin.” Dema Gungordu parastin dikir, şandeyê gotina wê birî û biryara xwe da. Şandeyê îtîrazên Gungordu red kir û dîsa ji Tugluk pirs kirin.   ‘HETA PARÊZERÊ XWE JÎ NAS NAKE’   Siyasetmedar Tugluk bi israr got ku pirsa fêm nake lê şandeyê jê re got; “hûn dixwazin ez hinek hêdîtir bipirsim?” û pirsên xwe domandin. Tugluk, got; “Çi tişt û kengî qewimiye ez tiştekî nizanim. Ez nizanim bê ka çawa têm darizandin.” Gultan Kişanak jî bertek nîşanî israra dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ya ku tê kirin îşkence ye. Tugluk, parêzerê xwe jî nas nake lê hûn hêjta pirsan jê dikin. Em vê qebûl nakin, ya ku tê kirin îşkence ye û wijdana me ranegire. Li qeydên SEGBÎS’ê binihêrin. Ji bo ku gotinên Tugluk neyên bihîstin we mîkrofon girt.”    Şandeyê gelek caran axaftina Kişanak birî, mîkrofona parêzer Çelebî ku dixwest biaxive girt û pirsên xwe domandin.    Li ser pirsan Tugluk got; “Ez gotinên we fêm nakim. Şandeya dadgehê li Kişanak ku nerazîbûna xwe didomand qîriya û got; “Min mafê axaftinê nedaye te.” Li ser vê yekê Kişanak jî got; “Ma hûn ji xwe şerm nakin? Hûn ji jineke ku parêzera xwe jî nas nake hêjta pirsan diin. Hinek rêzgir bin.”    ‘DOSYAYÊ JI HEV CUDA BIKIN’   Piştre parêzer Çelebî mafê axaftinê girt û wiha got: “Jêpirsîneke wiha nabe lê dîsa jî hûn didomînin. Niyeteke me ya ku parastinê nekin nîne lê heke jêpirsîneke were kirin divê pirsên we fêm bike û bersiv bide lê ew nikare vê bike. Ev yek dê weke şerma hiqûqê li dîrokê cih bigire. Ev li dijî hiqûqê ye. Yek du gotinên miwekîla min nabe parastin. Hûn bi awayekî keyfî tevdigerin, li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin.”   Parêzer Kenan Maçoglû jî ev tişt anî ziman: “Rewşa tenduristiyê ya Tugluk li holê ye. Ji hev cuda bikin, di vê mijarê de biryara we çibe bila wisa be. Dozger beg dibêje; ‘biryara dadgeha bilind’ heye. Lê me lê nihêrt û dît ku Dadgeha Bilind biryara berevajî gotina wî daye. Gotiye ‘îfadeya bersûc bigirin’ û biryar xera kiriye. Biryarê ji hev cuda bikin û rêya xwe bidomînin.” Di vê navberê de şandeya dadgehê gelek caran axaftina Maçoglû birî û diyar kir ku divê parastina Aysel Tugluk bigire.    Parêzer Nûray Ozdogan jî bi lêv kir ku helwesta li dijî Tugluk îşkence ye û wiha derbirî: “Li hemberî we keseka ku darizandina wê didome heye. Ji ber ku girtî ye lewma nikare tedawî bibe. Para we jî di vê rewşa Tugluk de heye. Hûn ji bo ku bibêjin ‘me parastina wê girt’ vê yekê dikin. Lê ev hîleyeke li dijî hiqûqê ye.”Parêzer Alî Bozan jî li Mêrsînê bi rêya SEGBÎS’ê mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “We mafê axaftinê neda min û mîkrofana min girt. Dixwazim vê bibêjim, dema we mafê axaftinê day Aysel xanimê, gelo we dengê wê bihîst? Dê di qeydên SEGBÎS’ê de jî dernekeve ji ber ku nedihat fêmkirin. We bi israr pirs jê kirin û hewl da parastinê bigirin. Ev îşkence ye. Ne tenê Tugluk parastinê nake, 12 kesan xwestin parastinê bikin lê hûn mafê axaftinê nadin wan. Hûn bi zanebûn û bi dilxwazî vê îşkenceyê dikin.”    Piştî îfadeyên Bozan, şandeya dadgehê daxwaza betalkirina jêpirsîna Tugluk û ji hev cudakirina dosyayê red kir û darizandin domand.    Şandeyê piştre jî saetek navber da danişînê.