Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin 2022-08-01 14:38:36 RIHA - OHD û ÎHD’ê derbarê Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê de raporek amade kirin û di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya girtiyên nexweşên rewşa wan giran nayê kirin û li gel hewa germ jî klîma û perweaneyên wan hatine desteserkirin.  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Rihayê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1’an û 2’yan Tîpa T’yê diqewimin raporek amade kir. Rapor li avahiya ÎHD’a bi civînek çapemeniyê hat ragihandin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel rapor xwend û got tevî hemû hişyarî û hewldanên saziyan jî li girtîgehan heman pirsgirêk bi israr dewam dikin.    KLÎMA Û PERWANE HATINE DESTESERKIRIN   Demîrel anî ziman ku girtî li her du girtîgehan jî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û wiha got: “Deteya Çavdêriya Îdareya Girtîgehê ya Jimara 2’yan bi awayek kêfî berdana 3 girtiyên ku dema berdana wan hatiye asteng kiriye û daxwaza berdana wan red kiriye. Bi pandemiyê re sewqkirin hatin rawestandin û di vê pêvajoya ku daxwaza sewqan hatiye redkirin de bêyî daxwaza girtiyan ku girtî û malbatên xwe di rewşek zor de bimînin, sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.  Yek ji bajarên herî germ ê herêmê Riha ye. Tevî vê kele kela germa havînê jî li Girtîgeha Jimara 1’an klîma û perwaneyên girtiyan hatine desteserkirin.”    BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ASTA JOR DE NE    Bi awayên “qedexeya cihêkariyê” û “rêgeza wekheviyê” mafê axaftina bi dîmen a girtiyên siyasî tê binpêkirin. Mafê hevdîtinê yên girtiyan tên astengkirin. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, pirtûk û kovaran nadin girtiyan. Her ku girtî daxwaznameyan ji îdareya girtîgehê re dinivisînin jî bêbersiv tê hiştin an jî dereng bersiva wan didin. Îdare helwestên tahrîkirî li hemberî girtiyan nîşan dide. Xwarina kêm, nepaqij û bêtehm didin girtiyan. Li ser daxwaza îdareyê di hefteyekê de du sê caran li qawîşan lêgerîn tê kirin. Di lêgerînan de eşyayên girtiyan ên girîng tên destesrkirin û lêgerîn vediguherîn muameleyên xerab. Girtî ji bilî sporê sûdê ji aktîvîteyek din nagirin û girtî nikarin bi qawîşên din re topê bileyîzin. Sewqên ji bo nexweşxaneyan di şertên xerab de tên kirin û di çûn û hatinê de girtî bi muameleya xerab re rûbirû dimînin û lêgerîna li ser girtiyan di asta rûmet şikandinê de t3en kirin. Girtiyên nexweş dema sewqî nexweşxaneyan dikin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin û ji ber vê yekê jî nexweşînên wan zêdetir dibin.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Demîrel bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Mafê tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Tedawiya pêwîst ji bo girtiyên nexweş nayê kirin. Sewqa wan bo nexweşxaneyan nayê kirin. Girtiyên ku nikarin li girtîgehê bijîn hene. Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e û nexweşiya vertîgo pê re heye. Celal Ercan ji ber diranên wî tune ne divê bi tiştên avî xwe têr bike. Bazo Yilmaz girtiyek nexweş ê giran û nexweşîna KOAH’ê pê re heye. Fevzî Arslan fitiqek giran pê re heye û roviyên wî li derve ne û neçar e korse girê bide. Tedawiya van girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayê kirin. Nikarin di girtîgehê de bimînin. Bi raporên dijhiqûqî û li dijî tibê ku tên amadekirin, brdana wan tê astengkirin.”