Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne? 2022-08-01 15:35:07 RIHA - Emîne Şenyaşar a 511 roj in li ber Dadgeha Rihayê Nobeda Edaletê digire gazî Serokkomar Erdogan kir û got: “Hûn êdî li benda çi ne?” Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Dadgeha Rihayê berdewam dike, 511 roj li pey xwe hişt. Malbat wek her rojê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Dadgeha Rihayê û dest bi nobeda îro kir. Malbatê dovîza “Ne talimat bila qanûn serin sepandin” hilda û derbarê dozê de yên tên serdana wan agahdar dikin.    ‘GELO QET MERHAMET DI DILÊ WE DE NÎNE’    Emîne Şenyaşar di nobedê de axivî û destnîşan kir ku 2 sal in ew Nobeda Edaletê bênavber didomînin û wiha got: “Dinyayê derdê me bihîst û bû hevparê derde me. Lê vê hikûmetê nebihîst. Gelo ev qet merhamet û wîjdan bi vê hikûmetêr e nîne? Malbata min qetil kirin. Ez li vir çaverêya hatina lawê xwe dikim. Bila lawê min berdin û em jî biçin mala xwe. Bi salan e li vir im, çavê min ji girînê kor bûn. Lingê min bi min ve nayên.” Şenyaşar gazî Serokkomar Erdogan ê AKP’yî jî kir û got: “Hûn êdî li benda çi ne?”    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê parve kir: “Ji bo ku edalet bicih were ne hewceyî tiştek awarte bê kirin! Bila ne talîmata serdan bila qanûn bên sepandin. Ev îktidar jî xelk jî dizane ku neheqiyek mezin û eşkere li me tê kirin… #SeçimSeninTürkiye, #İstanbulAdliyesi"