Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin 2022-08-01 15:57:10   ÎZMÎR - Di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de hat gotin ku neberdana Aysel Tugluk mînaka herî şênber a polîtîkaya desthilatdariyê ya li dijî girtiyên nexweş e û banga azadiya girtiyên nexweş hat kirin.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û yên nexweş û bidawîkirina sepanên tecrîdê, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 93’yan de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Bucayê domiya. Di çalakiyê de pankarta “Em çav û guhê girtiyên nexweş in” hatibû vekirin û girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Endamên Platforma Azadî ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re jî piştgirî dan çalakiyê.    Di çalakiyê de dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz axivî û da zanîn ku ew ji bo edaletê civiyane û wiha got: “Em dixwazin girtiyên cezayê wan hatiye şewitandin bên berdan. Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û divê di zûtirin demê de were berdan. Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Bila girtiyên nexweş bên berdan û li cem malbatên xwe bên tedawîkirin.”    TEVÎ RAPORAN JÎ NAYÊ BERDAN   Li ser navê platformê jî Hanîfe Çaçan axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên herî giran li girtîgehan tên kirin û wiha qedand: “Gelek girtiyên nexweşiya wan giran nayên tedawîkirin û ev yek dê di dîrokê de weke sûcê li dijî mirovahiyê bê nivîsandin. Li gorî raporên ÎHD’ê; 651 yek jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Weke mînaka Aysel Tugluk ku tevî raporên saziyên serbixwe jî nayên berdan. Girtiyên nexweş dixwazin nêzî malbatên xwe bin lê ev daxwaza wan tê redkirin. Dema mijar dibe girtiyên kurd, desthilatdarî mafê wan ê jiyanê binpê dike. Aysel Tugluk ji ber nexweşiya xwe nikare tiştên pir biçûk jî bike û nikare sexbêra xwe bike lê nayê berdan. Ev mînak nîşan dide bê ka desthilatdarî girtiyên nexweş çawa terkî mirinê dike. Têkoşîna malbatên girtiyan, weke dersa demokrasî û mafên mirovan li dîrokê hate nivîsandin. Li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî  tevbigerin û dawî li binpêkirinan bînin. Pêşî li mirinan bigirin.”