Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir 2022-08-01 16:05:37 ENQERE - Darizandina Aysel Tûglûk ku bi darê zorê li ser SEGBÎS’ê hat kirin, li ber Girtîgeha Sîncanê hat protestokirin û hat diyarkirin ku dadgehê îro bi eşkereyî îşkence li Tûglûk kiriye.    Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja 5’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Îro gelek kesan doz şopand. Endamên Platforma 1000 Hezar Jin ji bo Aysel Tûglûk û parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek parêzer di dozê de amade bûn.    DI DORPÊÇA POLÎSAN DE DAXUYANΠ   Îro bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) darizandina siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk ku nexweş e hat kirin. Parêzeran diyar kir ku darizandina Tugluk tevî ku nexweş e jî bi darê zorê hatiye kirin. Beşdarên danişînê di navbera danişînê de li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan çapemeniyê û tahdeya li Tûglûk hatiye kirin, protesto kirin. Polîsan girseyê dorpêç kir û di nava dorpêçê de daxuyanî hat dayîn.    ‘DADGEHÊ ÎKENCE LI TÛGLÛK KIR’    Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrûl diyar kir ku di Doza Kobanê ya kumpas de dadgeh neserbixwe tevdigere û Doza Kobanê îro veguherî dozek îşkenceyê. Togrûl anî ziman ku heyeta dadgehê îro li ber çavê wan îşkenceyek nebaş li Aysel Tugluk kiriye û tevî ku nexweşiya wê giran e jî berdan û tedawiya wê tê astengkirin. Togrûl destnîşan kir ku bi darê zorê darizandina Tûglûk hatiye kirin û heyeta dadgehê tevî hemû îtîrazan jî darizandinê berdewam kir. Togrûl banga xwedîderketina li Tûglûk kir û got ew ê vê bêhiqûqê qebûl nekin.    ‘EM Ê ÎŞKENCEYÊ QEBÛL NEKIN’    Hevseroka SYKP’ê Cana Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz û ji parêzerên dozê Nûray Ozdogan jî axivîn û destnîşan kirin ku îro bi eşkereyî îşkence li Tûglûk hatiye kirin û ew ê vê îşkenceyê û neheqiya li Tûglûk tê kirin qebûl nekin.