Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya 2022-08-01 16:19:39   DÊRSIM - Serokê AKP’a Dêrsimê Sercan Ozaydin li Qereqola Gedîkler a Dêrsimê bi torena leşkerî hatibû pêşwazîkirin. Niha jî derket holê ku Ozaydin bi cerdevanan re civiyaye.    Serokê Şaredariya Çemişgezek a Dêrsimê Metîn Levent Yildiz û Serokê AKP’a Dêrsimê Sercan Ozaydin çûbûn serdana Qereqola Cendirmeyan a Gedîklerê û bi torena leşkerî hatibûn pêşwazîkirin. Hat zanîn ku Ozaydin niha jî bi cerdevanan re civiya. Wêneyên civîna Ozaydin û cerdevanan ji hêla Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu ve li ser medyaya civakî hatin parvekirin.    RAYEYA OZAYDIN A AKP’Î   Onlu di parvekirina xwe de ji bo rola Ozaydin a li bajêr wiha got: “Derket holê ku Serokê AKP’a Dêrsimê ku ji hêla fermandarê qereqolê ve li Çemişgezekê bi torena leşkerî û tekmîlê ve hat pêşwazîkirin, niha jî li Pêrtagê bi cerdevanan re civîn li dar xistiye. Ev kes xwedî rayeyeke wisa ye ku tayînên di qada cemaweriyê yên li Dêrsimê, belavkirina alîkariyên civakî, xebatên li zanîngehê tên meşandin, serdanên qereqolan, girtina îhaleyan û civînên bi cerdevanan re ji wî tên pirsîn. Walî, burokratên payebilind û midûrên saziyan li gorî fermana vî tevdigerin.    SKANDALA ESASÎ...    Tevahiya çalakî û organîzasyonên li bajêr ji hêla vî û koma wî ve tên meşandin. Fermandarê qereqolê ji peywirê hate girtin lê destê xwe nêzî vî kesî nekirin. Sedema wê jî ev e. Skandala sereke ne ew e ku bi torena leşkerî were pêşwazîkirin an jî bi cerdevanan re bicive. Skandala esasî ew e ku amirên rêveberiya mulkî, midûrên saziyan û peywirdarên payebilind girêdayî vî kesî dixebitin û îradeya xwe radestî wî kirine. Lewma girtina ji peywirê ya fermandarê qereqolê tenê ji bo nixûmandinê ye. Lewma divê waliyê ku sîfetê amirtiya îdarî ya mulkî winda kiriye, peywirdarên ku sîfetê burokratiyê winda kirin û midûrên hemû saziyên din ji peywirê bên girtin. Skandala herî mezin ew e ku ev kes hêj li ser peywira xwe ne.”