‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’ 2022-08-01 16:34:36   ENQERE – Parêzer Serdar Çelebî di Doza Kobanê de axivî û da zanîn ku biryara derheqê Aysel Tugluk de li dijî hiqûqê ye. Çelebî, got; “Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî  tevbigerin.”    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.    Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, ji Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozgun, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Endama Lijneya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şebnem Oguz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajêr, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.   ‘DARIZANDINAKE ADILANE NAYÊ KIRIN’   Piştî navberê, danişîn bi axaftina parêzer Serdar Çelebî domiya. Çelebî, diyar kir ku dadgehê hemû daxwazên wan red kirine û wiha domand: “Li bendê ne ku em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin. Hêj hêviya me heye ku hiqûq pêk were. Me berê jî daxwazên xwe yên ji bo Tugluk anîbûn ziman. Lê we guh li daxwazên me girtin. Tugluk di parastina xwe de tenê 3-4 peyv gotin ku ew jî ‘Ez nikarim, fêm nakim, nayê bîra min’ bûn. Xuyaye ku darizandineke adilane pêk nayê. Di biryarên we yên navberê de xuya dike ku hûn ji bo ku di vê dosyayê de di zûtirin demê de biryar bê dayîn tevdigerin. Heta ku miwekîla min parastina xwe neke, tiştekî rast nîne ku ez li şûna wê bikim.”    Şandeya dadgehê piştre jî xwest ku siyasetmedar Gulser Yildirim parastina xwe bike. Yildirim, da zanîn ku ji bo parastinê amade nîne. Li ser vê yekê jî dadgehê xwest Dîlek Yagli parastinê bike. Yagli jî diyar kir ku dê parastina wê di 1’ê îlonê de dest pê bike.    Şandeya dadgehê piştre jî xwest ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag parastina xwe bike. Yuksekdag, da zanîn ku ji bo parastinê amade nîne. Piştî ku parêzeran got dê beyanê nedin, şandeyê danişîn da sibe saet 10’an.