Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê 2022-08-01 17:32:18   AMED - Li gundên Zeynikan, Zozinca Mezin û Yeşîllî yên navçeya Sûrê 3 meh in ava vexwarinê nayê.  Li gundên Zeynikan, Zozinca Mezin û Yeşîllî yên navçeya Sûrê ji meha gulanê ve ava vexwarinê nayê. Gundiyan diyar kirin ku têkildarî pirsgirêka ku dijîn di serî de Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serî li saziyên têkildar dane lê nehatiye çareserkirin. Welatiyên ku li gundê Yeşîllî yê bi nêzî 150 malan pêk tê, bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin, dan zanîn ku ev pirsgirêka avê bi awayekî cidî bandor li ser jiyana wan kirine û ragihandin ku tevî vê rewşê fatûrayên avê zêde hatine birîn. Hate hîn bûn ku ji bilî pirsgirêka avê, pirsgirêka kanalîzasyonê jî li gund heye. Welatiyên bi derfetên xwe pêdiviya xwe ya avê pêşwazî dikin, anîn ziman ku ji bilî gundê wan gelek gundên girêdayî navçeya Sûrê pirsgirêka avê heye û boriyên qenalîzasyonê bi awayekî cidî xesar dîtî ye.   PIRSGIRÊK BIR MECLÎSÊ Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, pirsgirêka ku gel jiyayî bir rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsî.   DÎSKÎ’YÊ GEL SÛCDAR KIR Midurê Şaxa Xebatên Ava Vexwarinê Îrfan Çalişkan ku Tosûn’a HDP’î pê re kete têkiliyê, îdia kir ku pirsgirêka avê ji reşandina baxçeyan e û bi tankeran avê dişînin. Çalişkan, dû re îdia kir ku nikarin bi awayekî bi rêk û pêk avê bidin gund û bi lêv kir ku wê pirsgirêka avê piştî 15 roj din çareser bibe.