HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin 2022-08-01 19:03:04 AMED - HDP’a ku di çarçoveya mîtînga dê bi dirûşmeya “Çareserî em in” di 6’ê tebaxê li Qada Îstasyonê pêk bîne de seferberî îlan kir, ji bilî navçeyan li navenda bajêr serdana karker û kedkaran kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 6’e tabaxê de bi dirûşma “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê wê mitîngekê li dar bixe. Di çarçoveya mîtînga ku dê bi tev li bûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz pêk were de li her çar aliyên herêmê xebat tên meşandin. Di serdanên navçeyên Amedê ku bi tev li bûna parlamenteran pêk hat de, welatî, karker û kedkar vexwendin mîtîngê. KARKER Û KEDKAR VEXWENDIN MÎTÎNGÊ Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û endamên partiyê serdana esnafên Senayiya Organîze ya li navçeya Yenîşehîrê ya navendî kirin. Endamên HDP’ê ku pişt re bi kedkarên senayiyê re hevdîtin kirin, herkes vexwendin mîtîngê. HDP’iyên ku li kargeha tekstîlê bi karkeran re hatin gelhev, alîkariya kedkaran kirin. SERDANA GEL Û ESNAF KIRIN Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn jî serdana gel û esnafê Licê kir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li navçeya Hênê, Remziye Tosûn li Rezanê, Îmam Taşçier li Hezroyê serdana gel û esnafan kir. Di serdanên hatin kirin de welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî HDP’iyan da.