Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin 2022-08-01 19:14:47   STENBOL - Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, bênavber didomin. Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên têkildarî mîtînga ku dê di 7’ê tebaxê de bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û mêtîngeriyê re na” li navçeya Kartalê li dar bixe, bênavber didomin. Rêxistina HDP’a Beykozê ku di nav xebatan de cih digire, tax bi tax kolan bi kolan belavok belav kir û ji bo mîtîngê banga tev li bûnê kir.