ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin 2022-08-01 19:39:23   STENBOL - ÎBB’ê piştî bertekan lewhayên 8 zimanî yên bi daşiran ve kiribûn û kurdî di nav de nebû, rakirin.   Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Qadên Şînkahiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li hin cihên bajêr hinek daşir xist fealiyetê. ÎBB’ê ji bo daşirên jin û mêran ji hev cuda bikin, bi 8 zimanan lewha amade kirin. Lê di lewheyan de kurdî tune bû. ÎBB’ê piştî nûçeya Ajansa me ya Mezopotamayayê (MA) ya bi serenavê “Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!”  lewhe rakirin. ÎBB’ê li Parka Anadoluyê ya Okmeydaniyê hinek daşir xist fealiyetê. Gelemperiya şêniyên Okmeydaniyê kurd in û ÎBB’ê ji bo daşirên jin û mêran ji hev cuda bikin, bi 8 zimanan lewha amade kirin. Ji tirkî heta çînî, inglîzî û spanî, gelek ziman hebûn lê kurdî tune bû. Şêniyên taxê jî diyar kirin ku gelemperiya taxê kurd in lê kurî nehatiye nivîsandin û nerazîbûna xwe nîşan dan.  Ji ber rewşa nijadperest a MA’yê derxist holê, ÎBB’ê lewhayên ku kurdî tê de cih nedabûyê rakirin. Hate dîtin ku li daşirên li Mecîdiyekoy a li navçeya Şîşliyê jî lewhayên hatine rakirin. Piştî rakirina lewhayan tu nivîsên ku jin û mêran ji hev cuda bikin cih negirtin û tenê wêneyên sembolên jin û meran cih girtin.