Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat 2022-08-01 22:17:59   COLEMÊRG - Hate diyarkirin ku dema derbasbûna konvoya leşkerî ya ji navçeya Şemzînanê ber bi navçeya Rûbarokê ve diçû teqîn pêk hatiye û gelek leşker birîndar bûne. Dema derbasbûna konvoya leşkerî ya ji navçeya Şemzînanê ber bi navçeya Rûbarokê ve diçû, teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li herêma Çiyayê Gomanê yê di navbera navçeyên Şemzînan û Rûbarokê li qada çopê şaredariyê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hatiye. Hate diyar kirin ku di encama teqînê de gelek leşker birîndar bûne û piştî teqînê ji wesayîtên zirxî bêserûber derdor hatiye gulebarankirin. Hate hînbûn ku gelek ambûlans sewqî cihê ku teqîn lê çêbûye hatine kirin û leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Li aliyê din hate diyarkirin ku li herêmê ji hewa û bejahiyê liv û tevgera leşkerî heye