SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir 2022-08-01 22:49:29   AMED - Şaxa SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera damezrandina xwe ya 26’emîn li baxçeyê Şaxa Egîtîm Sen’a Amedê pîroz kir.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê bi bernameyekê salvegera damezrandina xwe ya 26’emîn li baxçeyê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 2’yan a Amedê ya li Taxa Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê, pîroz kir. Endam û rêveberên SES’a Amedê, KESK'ê, Odaya Bijîşkan a Amedê û sazî û sendikayên sivîl ên civakî tev li şahiyê bûn. Li ber baxçê pankartên “Hûn bi xêr hatin pîrozbahiya salvegera me” , “Jin şîfa ye şîfa ked e”, “Kar û barên civakî yên bi zimanê dayikê mafekî mirovî ye”, “Me ji bo jiyaneke bi rûmet li ber xwe da em e li ber xwe bidin” û flamaya ku wêneyên endamên SES'ê yên jiyana xwe ji dest dane li ser bû hatin daliqandin.    GELEK BERDEL HATIN DAYÎN   Bernameya pîrozbahiyê bi rêz girtina dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ewilî Hevseroka SES’ê Yildiz Ok Orak axivî. Orak, anî ziman ku 26 sal berê hebûn û wê ji niha ve jî hebin. Orak, bi lêv kir ku di nav 26 salan de gelek berdel dane lê tevî wan berdelan jî her tim hêza wan xurt bû û endamên wan jî hersal zedê bûn.    Pişt re jî Şiyar Gultekin axivî. Gultekin, dest nîşan kir ku desthilatdar û pergala kapîtalizmê ji aliye tendûristiye ve dixwazê civakê paş ve bêxe û ew çiqas êrişên xwe berfireh bikin, ew jî dê ewqas tekoşîna xwe mezin bikin.    SES BÛ DENGÊ CIVAKÊ   Dû re Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran jî axaftinek kurt kir. Turan, diyar kir ku SES ji avabûna xwe heta niha nirxên ku li ser ava bûye parastiye û got ku SES di heman demê de bûye dengê civakê jî.   Pişt re jî berdevkê KESK’ê û Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an a Amedê Zulkuf Guneş jî axaftinek kurt kir û 26 saliya SES’ê pîroz kir.    BI SALAN E TÊDIKOŞIN   Di dawiyê de ji yekemîn Serokê Giştî yê SES’ê Veysî Ozmen jî axaftinek kurt kir. Ozmen, tekoşîna sendîkayê ya bi salane dimeşînin bi bîr xist û girîngiya sendîkayê destnîşan kir.    Piştî axaftinan sînevîzyona ku têkildarî salvegera SES’ê hatibû amadekirin hate pêşkeşkirin. Bername bi stranên stranbêj Derya Cengîz bi dawî bû.