Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-08-02 08:31:03   COLEMÊRG - Li Şemzînanê piştî duh li dijî karwanê leşkerî teqîn pêk hat, li herêmê operasyon hat destpêkirin.    Hat zanîn ku li navçeya Şemzînanê piştî duh li dijî karwanê leşkerî teqîn pêk hat, li herêmê operasyon hat destpêkirin. Ji Fermandariya Leşkerî ya Geverê gelek yekîneyên leşkeriyê bi helîkopteran sewqî qada operasyonê hatin kirin.    Operasyon li herêmên gundê Bêgirdê, Gerket, Navrezan û Nehrî hatiye destpêkirin û hem ji bejahî ve hem jî ji hewayî ve tevgera leşkerî dodime.