ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-02 09:00:05     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya çend salan li dijî êrişên ser Şengalê hişyarî dabû û destnîşan kiribû ku divê xwedî li êzidiyan bê derketin.    * Rojnameger Berfîn Hezil a dema revîna pêşmergeyan a Şengalê kişandibû û şahidiniya wan kêliyên dîrokî kiribû wiha got: “Bi peymana PDK’ê ya bi DAIŞ û yên din re civaka êzidî careke din bû qurbana dîrokê. Beyî ku guleyek biteqînin civaka me ya êzidî li ser sifreyeke zêrîn pêşkeşî DAIŞ'ê hate kirin.”      * Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, diyar kir ku di salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê de êriş hê jî berdewam dikin û wiha got: “Civaka êzidî, li dijî Fermana 74’an a lê tê ferz kirin, rêxistinkirina xwe, xweparastina xwe xurt kir û dibêje ‘ez li vir im, xwedî li vîna xwe derdikevim'.”   * Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş ê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê qadeke ku binpêkirinên mafan ên herî giran lê diqewimin girtîgeh in, bi lêv kir ku li girtîgehan divê têkildarî girtiyên nexweş bi lez sererastkirineke qanûnî bê kirin û girtiyên nexweşên giran bên berdan.    * Parêzer Bêrîtan Kalbîşen a ku kalikê wê Kazim Kalbîşen piştî ji hefsê hat berdan jiyana xwe ji dest da got: “Em bi pergalek ku kal û pîran û nexweşan digire rûbirû ne. Hiqûqa dijmintiyê tê sepandin.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 512'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 15'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-13.00)    * Rêxistina HDP'a Êlihê têkildarî mitînga di 6'ê tebaxê de li Amedê pêk were dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)