Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin 2022-08-02 09:01:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berfîn Hezil a dema ku pêşmerge ji Şengalê direviyan kişandibû û şahidiya wan kêliyên dîrokî kiribû wiha got: “Bi peymana PDK’ê ya bi DAIŞ û yên din re civaka êzidî careke din bû qurbana dîrokê. Beyî ku guleyek biteqînin civaka me ya êzidî li ser sifreyeke zêrîn pêşkeşî DAIŞ'ê hate kirin.”     Di 3’yê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir. Li gel êrîşkirina DAIŞ'ê 12 hezar pêşmergeyên ku ji bo parastina civaka êzidî şandibûn Şengalê beyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê vekişiyan û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hiştin. Êzidiyên ku di dîroka xwe de cara yekem bû ku bi hovitiyeke wiha re rû bi rû diman tenê hatin hiştin. Çekên ku ji bo parastina xwe di malên xwe de veşartibûn jî ji aliyên pêşmergeyan ve hatibûn desteserkirin. Êzidiyên ku bêparastin hatibûn hiştin, jin, zarok, pîr ji bo ku xwe rizgar bikin berê xwe dabûn Çiyayê Şengalê. Gelek ji wan jî hêj ku negihiştin Çiyayê Şengalê ji tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Endamên YPG’ê ku dixwestin bikevin Şengalê û parastina civaka êzidî bikin jî ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin û hatina wan hat sekinandin. Pişt re hêzên YPG'ê û HPG'ê bi hewledanên xwe ketin Şengalê û ber bi Rojava ve korîdora mirovahiyê vekirin. Li gel vekirina vê korîdorê bi hezaran êzidî hatin rizgarkirin. Lê belê gelek ji wan jî hatin qetilkirin û gelek jinên êzidî jî di bazaran de hatin firotin. Rojnameger Berfîn Hezil a dema ku pêşmergeyên PDK'ê direvin mîkrofonê dirêjî wan dike û wan dîmenên dîrokî dikişîne û şahidiniya wan rojên dîrokî dike bi minasebeta salvegera fermanê ya 8'an ji Ajansa me ya Mezopotamyayê re (MA) axivî.        'DESTÛR NEDA KU YPG DERBASÎ ŞENGALÊ BIBE'   Rojnameger Berfîn Hezil, anî ziman ku civaka êzidî yek car bêparastin hat hiştin û ketina DAIŞ'ê ya Şengalê wiha vegot: “Şengal di nava deşta Musulê de deştek e. Dema ku mirov dibêje çiyayê Şengalê ne weke çiyayên Bakurê Kurdistanê çiyayekî mezin e. Çiyayê Şengalê çiyayekî biçûk e lê berzbûna xwe di herêmê de heye. Taybetmendiya Iraqê jî nêzî Rojava û Başûr e. 20 kîlometre dûrî Rojava ye. Şengal cihekî stratejik e. Ji ber wê ew der bû hedefa DAIŞ'ê. Ji ber ku bikare di navbera Mûsil û Reqqa de hevsengiyekê çêbike pêwîst bû ku wî cihê stratejîk bigire. Lê beriya wê heye. Piştî ku ketin Mûsilê her bala me li ser sînor bû. Artêşa Iraqê reviya û nava seatekî de Mûsil ket. Bi hezaran leşker li Mûsilê hebûn. Çekên herî giran di Mûsilê de bûn. Lê di nava seatekî de Mûsil ket destê DAIŞ'ê. Lê diyar bû ku ev jî hevpeymaneke di navbera wan de bû. Ji ber wê yekê jî metirsiyeke me hebû. Ji bilî wê jî birêz Ocalan her tim dewletên netewî hişyar dikirin ku civaka êzidî biparêzin. Di heman demê de li Tilaferê jî tirkmen hebûn. Ew jî di xeteriyê de bûn. Hem civaka tirkmen û hem jî civaka êzidî û hin eşîrên suryanî di talûkeyeke pir mezin de bûn. Ji ber wê yekê hewledan hebûn ku berî ku DAIŞ êrîş bike Şengal were parastin. Lê ji bo ku PDK'ê bi DAIŞ'ê re hevpeyman çêkiri bû nehişt ku tu hêz bikeve wê herêmê ku parastinê bike û wî gelî bi rêxistin bike. Li tevî hemû hewledanên PKK'ê jî PDK'ê nehişt. Herêma wê bû û xwe weke desthilatdar didît û digot ez ê biparêzim. Lê nehişt ku civaka êzidî jî xwe biparêze. Dema ku artêşa Iraqê ji Mûsilê reviya û ew der teslîmî DAIŞ'ê kir, YPG çû û ew der rizgar kir. Wê çaxê talûke mezintir dibû. Bala YPG'ê jî bêtir li ser Şengalê bû. Û ew sînor hemû girt. Tevî ku Rojavayê Kurdistanê di bin dorpêçe de bû û her roj bi êrîşên DAIŞ'ê re rû bi rû dima jî YPG’ê sînor qasî 15-20 kîlometreyan xistibû bin kontrola xwe. Êzidiyên di nava Artêşa Iraqê de jî bi dizî çek tînan ku civak bikaribe xwe biparêze. Lê berî ku DAIŞ êrîşî Şengalê bike, PDK'ê hemû çekên êzidiyan kom kirin û yê ku nedida jî bi girtinê tehdît dikir. Çek hebûn lê civaka êzidî digot, 'meseleya misilmana ye em êzidî ne wê êrîşî me nekin' lê piştî ku hin cih ketin destê DAIŞ'ê, di nava civaka êzidî de tirs mezin bû. Lê em dikarin bibêjin ku dengê şoreşa Rojava jî diçû Şengalê. Li aliyekî hin kesan digot, 'Hema tenê 10 YPG'î hebin ew ê me biparêzin' Yanî civakê bi her rêbazekî xwe tatmîn dikir. Xwe bi xapandinekî re rû bi rû dihişt. Di nava dorpêça PDK'ê de bû. Berê jî gelek êrîşên DAIŞ'ê li ser Şengalê çêbibûn û YPG'ê bersiv dabû. Tevî ewqasî hewledanê jî PDK’ê destûr neda ku YPG biçe Şengalê biparêze. Serê sibehê seat pêncan telefon hat û gotin, 'DAIŞ ket Şengalê û Şengal ket.' Me ji Qamişlo berê xwe da wir. Dema ku me hevpeyvîn dikirin di min de hîsek hebû ku wê tiştek pir mezin biqewime û  komkujiyek pêk were. Lê ev hîssiyat ne ew bû ku wê bibe rûreşiya mirovatiyê.”      DEMA PÊŞMERGE REVIYAN     Hezil,di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser vekişandina hêzên pêşmergeyan a ji Şengalê û wiha domand: “Me hevpeyvîn çêdikirin gel jî ji Şengalê berê xwe didan Zaxoyê. Gel digot,'pêşmerge em neparastin, pêşmerge çekên me desteserkirin nehiştin ku em li ber xwe bidin û em tirsiyan reviyan' di wê gavê de pêşmerge direviya. Mirov bixwaze nexwaze di mirov de hêrsbûnek çêdibe. Me jî ji wan pirsî, 'Hûn çima reviyan, we çima ev civak neparast û tevî çekên xwe tu direvî?' Ji xwe civakeke ku di dorpêçê de ye û ji xwe ji 73’ê fermana re derbas bûye û bi rojane dihat kuştin û mafê wî yê jiyanê tune bû û nedikarî biçe Duhok, Zaxo û Hewlêrê. Çima? Ji ber ku êzidî bû û ji şeklê wî diyar bû. Ne dikarî bazirganiyê bike, ne dikarî tiştekî bifiroşe û ne jî dikaribû ku li cihekî kar bike. Ji ber ku êzidî bûn. Bi taybetî li Hewlêr, Duhok û Zaxo heram dihatin ditin. Dema hevpeyvînê de dayikekî got, 'Keça min ne cara ewile ku em di fermanekî re derbas dibin. Ev tenê ew e ku herkesê dît. Fermana ku em tê de derbas bûn ew bû ku ya ku ji destê me tasek av nevedixwarin. Em zû de ne ku di fermanê re derbas dibin' Bi peymana PDK'ê ya bi DAIŞ û yên din re civaka êzidî careke din bû qurbana dîrokê. Ji ber wê yekê dema ku mirov dibêje Şengal êşeke bê tarîf, xiyaneteke rûreşî û lehengiyeke qehremanî bi hev re jiyan kirî tê berçavê mirov. Pêşmerge jî beyî ku guleyek biteqînin civaka me ya êzidî li ser sifreyeke zêrîn pêşkeşî DAIŞ'ê kirin. Ev siyaseta ku li ser civaka me ya êzidî tê meşandin ne nû bû. Ji dema Seddam ve ev siyaseta qirkirina li ser êzidiyan gav bi gav hat meşandin. Cihê parastina wê çiyayê wê bû. Ji çiyayê wê derxistin û gund çêkirin. Derdora Şengalê binêrin her gundekê wê qasî Şengalê mezine. Gund çêkirin û civaka êzidî ji çiya derxistin li gundan bi cih kirin. Ceyran li ser wan qutkirin, ava çiyayê Şengalê hemû qutkirin ku civak nekare li wir bisekine. Di pêşerojê de amadekariyeke bi vî rengî dikirin ku bêparastin bimîne. Dema ku mirov diçe çiyayê Şengalê rûte û ava wê nîne. Çima? Ji ber Saddam çikand. Çima? Ji ber ku gel bê ceyran û mazot dima dar dibirin û dar neman. Çima? Dema yekî xwestiba ku darekî li çiyayê Şengalê biçîne Saddam ew îdam dikir. Ev siyaset berê de dihat meşandin. Lê siyaseteke pir zirav dihat meşandin. Ji aliyekî ve darve dikir û ji aliyekî ve jî mafê wan ê êzidî diparastin. Bi wê re PDK'ê jî wisa kir. Di navbera misilman û êzidiyan de nakokayin çêdike. Ev civake her tim di nava xîsarê de bû. Ji aliyekî ve Iraq ji aliyekî ve jî PDK zextê li ser vê civakê dikirin ku teslîm bigirin. Erê, dorpêç kirin lê ev civak zû teslîm nabe. Ji ber ku teslîm nabe bi hevpeymanekê bi fermanê re rû bi rû ma.”   VEKIRINA KORÎDORA MIROVAHIYÊ   Hezil, bi lêv kir ku gelek kes hêj ku xwe negihiştin çiyayê Şengalê jiyana xwe ji dest dan û wiha behs kir: “Ji 12 hezar pêşmergeyên PDK'ê beyî ku guleyekî biteqîne reviya. Layiq neditin ku ji bo wan şer bikin û reviyan. Dema ku direvin jî hûn jî dibînin pir rûkenî bersiv didin. Ev tişt nakeve nava qalibên mirovahiyê. Dema ku pêşmerge reviyan min nû zanî ku em bi fermaneke çawa re rû bi rû ne. Berî ku DAIŞ bikeve cihekî tirs û xofa wê tê. Heger ku mirov êzidî be ev cudatire. Ji aliyê herkesî ve deriyê wê ji bo kuştinê vekiriye. Dema ku DAIŞ ji sê milan ve êriş dike gundê Koço û Til ezer nêzikî 7 seatan li ber xwe dide. Çekên wan ên giran tune ne heta heft seatan li ber xwe didin û piştî heft seatan nêçar dimînin ku birevin. Tişta ku wan ewil kirî berê xwe dan çiyayê Şengalê. Çimkî çareyeke din tune bû. Lê di rê de gelek tên kuştin, gelek dimirin. Piraniya wan jî xwe nagihinin çiyayê Şengalê. Zarokên 2-3 salî ji ber tîbûnê zuhabûn û jiyana xwe ji dest dan. Kesên temen mezin xwe negihandin çiyayê Şengalê. Germahiyeke wisa hebû ku 50'î derece bû. Di sedsala 21'an de şerma mirovahiyê ya herî mezin fermana li ser civaka êzidî bû. Refleksên Rojava xurt bûn. Bi dengê Şengalê hesiyan û zû refleks nîşan dan. 7 salî heta 70'ê salî berê xwe dan sînor. Rojava tevî ku di bin talûkeyeke pir mezin de bû jî bi hawara Şengalê hat. Korîdora mirovahiyê vekirin. Îxtîmaleke mezin hebû ku DAIŞ'ê jî wisa hesab kiribû gel xwe di çiyayê Şengalê de bigire û çiyayê Şengalê de komkujiyeke mezin pêk bîne.”     'EM BI REHETÎ FIROTIN Û BI REHETÎ JÎ KIRÎN'     Rojnameger Hezil, diyar kir ku Barzanî pişt re propagandaya weke ku wî Şengal rizgar kiriye, kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Teknolojiyê tu peymanên ku hatine kirin di tariyê de nema ye aşkere kiriye, kî hêza şer kiriye aşkere kiriye. Çi hat jiyan aşkere li ber çavan bû. Şengal bi sê serdeman hat rizgarkirin. Yek ji van hatina YPG'ê ya Şengalê û vekirina korîdora mirovahiyê bû, ya duyemîn hatina HPG'ê bû. Piştî ku birêz Karayilan bangawazî kir di nava şevekî de, gerîlayan ji Qendîlê xwe gihandin Şengalê. Bi awayekî fedaî û bê hesab hatin. Ev hemû hat kişandin û hat dîtin. Li sê aliyên çiyayê Şengalê korîdorên parastinê hatin vekirin. Bê hesab şehîd dan. Di rizgarkirina serdema duyemîn de jî korîdor carekî vekir, carekî hat girtin. 200 hezar kes ji çiyayê Şengalê hat rizgarkirin. Lê 15-20’ê cotmehê korîdor hat girtin. Ev ê tengasiyeke pir mezin çêkir. Ji aliyê Rojava ve êrîş kirin. Ji aliyê Iraq, Rojava û her alî ve çiyayê Şengalê hat dorpêçkirin û korîdor hat girtin, gerîlla xwe kişand çiyayê Şengalê. Gel birçî ma. Di wê zivistanê de PDK'ê çi kir? Ji bo ku gel bi birçîbûnê terbiye bike bi nirxên wê civakê leyîst. Bi wê helîkopterê nirxên wê ciwakê leyist. Lê gerîllayan çi kir, ji bo ji wan gundên ku di destê DAIŞ'ê de, hinek erzax ji wî miletî re bibin û werin vi çiyayî wî miletî biparêzin bi pêvçûnên gelek mezin re rû bi rû diman. PDK’ê vê carê jî dixwest ku bi birçîbûnê teslîm bigire. Ev jî siyaseta PDK'ê bû. Lê li tevî hemû neyiniyan jî ew korîdora mirovahiyê hate vekirin. Dema ku Barzanî bi helîkopterê hat ser çiyayê Şengalê civaka Êzidî got, 'Barzaniyan çawa em bi rehetî firotin û em wisa rehetî jî kirîn' Heta ku gerîlla korîdorek vedikir bi rojan pêvçûnên dijwar diqewimîn. Pêşmergê bi çekên sivik bi rehetî hatin ketin Şengalê. Kê rê vekir? DAIŞ'ê rê ji wan re vekir. Çibû? Şengal rizgar kirin. Gerîlla û YBŞ'ê bi rojan şer dikir heta ku gundekî rizgar bike. Madem dibêjin ku me Şengal rizgar kirin bila bibêjin yek pêşmerge şehîd ketiye. Lê bi sedan gerîlla şehîd ketin. Lê PDK çi bike bila bike ew ê nikaribe xwe ji rûreşiya xiyanetê paqij bike. Heta ku ew neyê dadgeh kirin wê ev civak tu caran wê rojê ji bîr neke. Xiyaneta di sedsala 21'an de û rûreşiya mirovahiyê xiyaneta PDK'ê bû.”   'TIŞTA HERÎ GIRÎNG AVAKIRINA YBŞ'Ê BÛ'      Hezil, anî ziman ku piştî rizgarkirina Şengalê pêşketina herî bi wate avakirina YBŞ'ê û di nav vê hêza leşkerî de bi cihbûna jinên êzidî bû û axaftina xwe wiha domand: “Di Şengalê de serkeftina herî mezin çibû? Ketina jinan a di nav YBŞ’ê bû. Ev serkeftineke pir mezin bû. Ji ber ku tevî ku di ola êzdatiyê de jinê roleke xwe yê pir girîng heye, lê ji ber tesîra îslamiyetê jin li dawiyê hatibû hiştin. Dema qirkirinê de YBŞ bi xwe hat avakirin. Bersiva herî mezin a ji vê fermanê re birêxistinkirina jinê ya di nav YBŞ'ê de bû. Ji ber wê di nava ola êzdatiyê de jî pir girîng bû. Bersiva herî mezin a ji Barzanî û DAIŞ'ê re avakirina YBŞ'ê bû. Ya duyemîn jî bi awayeke pir lez civakê xwe bi rêxistin kir. Meclîsên xwe avakirin, partiyên xwe avakirin. Civakê ev fêm kir ku bi şêwazeke teng xweparastin nabe. Tu nêçarî ku hêza xwe ya çekdarî çêbikî, hêza xwe ya xweser ava bikî û daxwaza xweseriya xwe bikî. Dema ku ev jî lez û bez çêbû derdor tirsiya. Ji bo hevalan wateya mirinê nema bû. Tenê armanca wan rizgarkirina vê civakê bû. Erdnîgarî nas nedikirin, herêm nas nedikirin, lê bi fedakarî hatin. PDK bi rûreşiya sedsala 21'an re ma, gerîlla jî bû xwedî lêhengiyeke bêsînor. Ji çiyayê Şengalê bipirsin dema ku ew dayik wê kela germê de dihatin yan ji tibûnê difetisîn. Heger zimanê çiyayê Şengalê hebûya ev êşa ku vê civakê jiyayî wê ji we re bigota. Ne bi wêneyan, ne bi dîmenan û ne jî bi gotinan mirov nikare behsa wê êş û komkujiyê bike.”