Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn 2022-08-02 09:01:28 WAN - Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş ê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê qadeke ku binpêkirinên mafan ên herî giran lê diqewimin girtîgeh in, li girtîgehan divê têkildarî girtiyên nexweş bi lez sererastkirineke qanûnî bê kirin û girtiyên nexweşên giran bên berdan.   Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên herî dawî 605 jê giran herî kêm hezar û 604 girtiyên nexweş hene. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş ê têkildarî girtiyên nexweşên giran û tedawî nekirina girtiyên nexweş axivî, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê qadeke ku binpêkirinên mafan ên herî giran lê diqewimin girtîgeh in.    DI SALEKÊ DE 110 SERLÊDAN    Karataş, da zanîn ku di nava salekê de ji 110 serlêdanên li şaxa wan hatine kirin 51 jê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan e û diyar kir ku sedemê van binpêkirinan nebûna sererastkirinên qanûnî û pêkneanîna qanûnên heyî ye.    ‘QANÛN NAYÊN PÊKANÎN’   Karataş, bi lêv kir ku mafê tenduristî û tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Dema girtî nexweş dibin, divê mafê wan ê tedawiyê, mafê tenduristiyê were pêşwazîkirin. Lê an nayên tedawî kirin an jî temamê tedawiya pêwîst nayê pêşwazîkirin. Yek ji sedemê van jî qanûnên kêm û pêkneanîna qanûnên heyî ye. Mînaka herî mezin jî biryarên ku ATK dide ye. Tevî ku nexweşxaneyên herêmî raporê didin ku hin girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin jî sererastkirinên qanûnî ku divê girtî sewqî ATK’yan bên kirin hatine çêkirin. Girtiyên nexweş ên sewqî ATK’yan tên kirin jî nayên berdan. Li dijî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ya girtiyan a nexweşxaneyên herêmî gotina ATK’ê ya ‘dikare bimîne’ nîşan dide ku ev rewş siyasî bûye. Girtina nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî ku nikare tena serê xwe li girtîgehê bimîne ya ji aliyê ATK’ê ve mînaka vê ya herî şênber e.”    LI DIJÎ ZANÎSTÊ NÊRÎNÊ MIDURIYETA POLÎSAN   Karataş, ê asteke din a bêhiqûqiya li ser girtiyên nexweş vegot, wiha berdewam kir: “Dema ATK’ê derbarê girtiyekî/ê de rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da vê carê dozgerê girtîgehê ji miduriyeta polîsan nivîseke ku ‘ji aliyê ewlehiya civakî ya kesî/ê ve nêrîna xwe diyar bike’ dixwaze. Li aliyekî raporeke ku mirovên zanîst daye heye li aliyê din jî ji miduriyeta polîsan girtek tên xwestin. Heke miduriyeta polîsan nêrîneke neyînî diyar bike rapora zanîstî tê paşguhkirin û girtî nayê berdan.”   POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ   Karataş, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan ku bi makeqanûna Tirkiyeyê û peymanên navnetewî hatine misogerkirin, ji ber sedemên siyasî tên binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema gotûbehs dibin yên bindest dewlet hem li derve hem jî li girtîgehê refleksên xwe yên hişk nîşan dide û polîtîkayên xwe û antî projeyên xwe didomîne. Ev polîtîka di roja me de herî zêde li girtîgehan tên pêkanîn. Ev polîtîkayên desthilata siyasî ne.”   HESTIYARIYA RAYA GIŞTÎ   Karataş, xwest ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û girtiyên nexweş di serî de rêxistinên civakên sivîl hemû rayagiştî bihestiyar be û hikumet li gorî qanûnan tevbigere. Karataş, anî ziman ku divê ATK jî serbixwe, bêalî û zanistî tevbigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di Qanûna Înfaza Ceza de guhertin bên kirin, pêşiya berdana girtiyên nexweş bê vekirin û girtiyên nexweş bên dermankirin. Weke mînak divê înfaza hevjînên hev ên Ozer ên 80 salî ku 2 mehan zêdetirin girtî ne bê taloqkirin û bên berdan. Di vê mijarê de divê herkes bangeke xurt bike û sererastkirinên qanûnî yên di çarçoveya dewleta hiqûqê de bên kirin.”