Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin 2022-08-02 09:01:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya çend salan li dijî êrişên ser Şengalê hişyarî dabû û destnîşan kiribû ku divê xwedî li êzidiyan bê derketin.    Di êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê de herî kêm 400 hezar êzdî mecbûr man cih û warên xwe terk bikin û bikevin ser rêya koçberiyê. Di encama êrişên DAIŞ’ê de 280 êzdî di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan. 5 hezar êzdiyên ku DAIŞ’ê revandin li bazarên koleyan hatin firotin û bi sedan êzdî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Tevî ku gelek sal derbas bûn jî êrişên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran êzdî windabûn, weke Fermana 73’yan derbasî dîrokê bû.    Dema DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir ji parastina wir hêzên pêşmergeyan ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) berpirsyar bû. Lê pêşmerge reviyan û êzidî bêparastin hiştin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Gel (HPG) gihişt hawara êzdiyan. Saya berxwedana mezin a 12 gerîlayên HPG’ê DAIŞ’ê nikarî pêş ve biçe. Êzdiyan piştî êrişa DAIŞ’ê Rêveberiya Xweser a Şengala Demokratîk û hêzên wê yên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidxanê (YJŞ) ava kirin. Ezdiyên piştî HPG’ê Şengal ji DAIŞ’ê paqij kir vegeriyan ser axa xwe, rêveberiya xwe bi xwe ava kir.    Şengal ku bi berxwedana bi mehan ji DAIŞ'ê hat xalîkirin xwe di her qadan de xwe birêxistin kir. Êzidiyên ku bi rêxistinî li dijî her xetereyê disekinin vê carê jî di 9'ê Cotmeha 2020'an de bi zexta Amerîka û Tirkiyeyê bi “Peymana Şengalê” ku di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistana Federe de hat îmzekirin re rû bi rû man. Bi hedefgirtina PDK’ê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şengala du sal in di bin dorpêça artêşa Iraqê de bi dawî nabin. Tirkiye ji 24’ê adara 2017’an ve êrişên xwe didomîne û di 22 êrişan de endamên YBŞ’ê jî di nav de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.   GEFA ÎMHAKIRINA ÊZIDIYAN   Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di hevdîtinên parêzer û Şandeya Îmraliyê yên berê de têkildarî êrişên ser Şengalê û êzdiyan nirxandin kiribûn, destnîşan kiribû ku divê êzidî bên parastin. Ocalan piştî 3 êrişên bombeyî yên cuda di 14’ê tebaxa 2007’an de li bajarê Kahtaniye yê Hêrêma Kurdistanê pêk hatin û 200 êzidiyan jiyana xwe ji dest da, di hevdîtina parêzerê xwe ya di 22’yê tebaxa 2007’an de wiha gotibû: “Min di vê mijarê de beriya niha hin hişyarî kiribûn, divê xwedî li êzdiyan bê derketin. Ez êdî çi bikim? Min di mijara xetereya îmhakirina êzidiyan û mijarên din de jî gelek caran hişyar kir.”   HIŞYARIYA HERÊMA EWLE    Ocalan ê heman êriş di 5’ê îlona 2007’an de di hevdîtina parêzerên xwe de jî nirxandibû, ev tişt gotibûn: “Qetilkirina êzidiyan a li Kahtaniyeyê bûyereke mezin e. Hûn dizanin min li dijî xetereya qetilkirina êzidiyan careke din jî hişyar kiribû. Min têkildarî Îranê de jî hişyar kiribû. Îran gelek bêrehm e, dewleteke bihêz e, wê komkujiyê bike. Min diyar kiribû ku qismekî gelê me yê li wir di bin xetereyê de veguhêzin herêma Bradostê. Di vê mijarê de tiştek tê kirin, gotinên min bi cih tînin, nizanim. Dikarin gelê li wê derê bêparastin veguhêzin herêmên ewle û têxin bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY).”   REXNEYA LI BARZANΠ   Ocalan, ê têkildarî ewlehiya êzidiyan Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Celal Talabanî yê jiyana xwe ji dest dayî rexne kiribû, wiha gotibû: “Ji ber ku Talabanî û Barzanî têkildarî êzdiyan pergala parastinê pêk neanîn ev komkujî pêk hat. Civakeke ku derbasî pergala parastinê nebe nepêkane ku were parastin. Li gorî konjonktorê sekna wan a siyasî tê guhertin.”    ÇÎROKA DERWÊŞÊ EVDÎ   Rêberê PKK’ê ku di hevdîtina bi parêzeran re di 2’yê sibata 2011’an kir de diyar kir ku Derwêşê Evdî ji kurdên êzidiyên Şengalê ye, wiha axivî bû: “Dema tu muzîkekê jî guhdar dikî, tu tiştekî aydê dîroka kurd hîn dibî. Tu digihî heqîqeta wê. Wê kêliyê ew stran jî ew qas bandor dike û hîn dike ku tu digihî ferqa heqîqeta xwe. Tenê bi zanînê nikarî bigihî heqîqetê, bi hunerê, muzîkê jî dikarî bigihî heqîqetê. Çîroka êzidiyekî (Derwêşê Evdî) jî dikare te bigihîne nasname û heqîqeta te. Kesên nijadê kurd herî paqij dijîn bi dorê kurdên êzidî, kurdên elewî û kurdên sunnî yên deştî ne. Nasnameya kurdên êzidî ewilî tê. Tê zanîn; kesên herî zêde zext lê tê kirin û tên koçberkirin jî ew in.”   NÛNERÊN KURDAN    Ocalan, di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an bi Şandeya Îmraliyê re kir de destnîşan kiribû ku êzidî, nûnerên pêşeng ên gelê kurd in û wiha gotibû: “Êzidî esas bingeha Tevgera Azadiyê jî ne. Têkildarî wan heta niha gelek dahurandinên min jî çêbûn. Divê bêyî ku bikevin mûhafazakariya olî û etnîkî, di nava gelê me weke xwe bijîn û zêdetir xwe tev li têkoşîna azadiyê bikin.”   FERMANA 73’YAN    Ocalan, di hevdîtina 15’ê Tebaxa 2014’an bi Şandeya Îmraliyê re kirin de, têkildarî êrişên qirqirinê yên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an û wiha gotibû: “Bûyerên qewimîn gelek trajîk in. Komkujî tên kirin, derbarê jinan de behda tiştên cuda tên kirin. Ez niha tiştên jinên êzidî dijîn dibînim, xemgîn dibim. Destana Derwêş û Edûle niha bi heman awayî tê jiyîn, tiştên qewimîne hema hema eynî ne, hêjayî lêkolînê ne.”   KOMKUJÎ LI BER DERÎ BÛ    Ocalan, bi lêv kiribû ku DAIŞ’ê ji bo Tirkiyeyê jî bela ye û di heman hevdîtinê de têkildarî komkujiyê nirxandinên xwe wiha domandibûn: “Turkmen jî daliqandin, kuştin û di destên wan de dîl hene. Barzanî jî Tirkiye jî vê yekê ji nû ve fehm dike. Komkujî li ber derî bû lê ev nedîtin. Min gelek beriya wê hişyar kir. Tişta ku min li vir beriya salekê dît çima ew nabînin? Wê demê jî min got çend mirovan bişînin cem êzidiyan bila rewşê vebêjin. Niha jî civaka êzidî bi komkujiyan re rûbirû ye. Em ne vê komkujiyê ji bîr dikin, ne qebûl dikin ne jî rûdinin û digirîn. Di dîroka mirovahiyê de ev komkujî qet nayên ji bîr kirin. Heke bên ji bîr kirin wijdana te jî qediya ye.”   EVÎNA DERWÊŞÊ EVDΠ   Ocalan, di hevdîtina 7’ê îlona 2014’an de têkildarî êzidiyan Destana Derwêşê Evdî mînak dabû û ev tişt gotibûn: “Tiştên wê rojê hatin vegotin û îro qewimîn hema bêje eynî ne. Hema tifaqa ku îro AKP’ê ava kiriye, wê demê Osmanî dike. Destaneke ku dema Derwêşê Evdî tê kuştin derdikeve holê ye. Tê perçiqandin û kuştin lê destaneke muhteşem derdikeve holê. Êzdiyan her tim li dijî faşîzma sûniyan heta îro têkoşiyan. Heta ku jiyana azad pêk neyê eşq jî pêk nayê. Dema min digot kurdan evîn ne pêkan e, min behsa vê nedikir. Felsefeya Derwêşê Evdî jî fêm nakin. Analîzên min ên sosyolojik baş in, heta ku sosyolojiya zanîstî nebe nikarin tu tiştî binirxînin. Di siyasetê de jî di hunerê de jî ev wisa ye. Ez bi hişmendiya heqîqetê nêzî her tiştî dibim.”   ‘DIVÊ QIYAMET HATIBÛYA RAKIRIN’    Ocalan, di hevdîtina xwe ya 4’ê sibata 2015’an de têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ev nirxandin kiribû: “DAIŞ da her derê bişewitîne. Têkildarî Şengalê tevî 7 sal in hişyar dikim jî ji ber bergirî negirtin we dît ka çi qewimî. Esas em hemû bûn yên hatin qetilkirin û tecawizkirin. Divê qiyamet hatibûya rakirin.”   HEKE LI ŞENGALÊ GERÎLLA HEBÛNA…    Ocalan, têkildarî vekişîna HPG’ê ya li Mexmûr, Kerkuk û Celawlayê jî di hevdîtina 14’ê adara 2015’an de ev nirxandin kiribû: “PDK jî gel jî nexwaze wê bimîne. Îxanet li gel hatiye kirin. Heke komeke gerîla li Şengalê hebûya ewqas mirov nedihatin qetilkirin. Heke gerilayên PKK’ê nebûna, îtîbara me nebûya wê gel perîşan bûya.”    MA / Mujdat Can