Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’ 2022-08-02 10:03:19 STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol da zanîn ku mitînga wan a “Çareserî em in, na ji şer û dagirkeriyê re” dê bibe bangawaziya “Rêya Sêyemîn” û wiha got: “Bi vê mitîngê em ê bi bîra wan bînin ku em xwedî gotinin û aktorên sereke ne.”  Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê xebatên xwe yên ji bo mitînga “Çareserî em in Na ji şer û dagirkeriyê re” didomîne ku dê di 7’ê tebaxê de li Kartal a Stenbolê li dar bixe. Beriya mitîngê li 39 navçeyan parlamenter jî tevî endam û rêveberên bajar û navçeyê kolan bi kolan, tax bi tax digerin û banga mitîngê dikin. Her wiha diçin serdana esnafan, li standan broşûran belav dikin û stenboliyan vedixwînin mitîngê.    Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol têkildarî girîngî û xebatên mitîngê bi ajansa me re axivî.      PEYWIREKE BI NAVÊ GELAN E   Îlknûr Bîrol diyar kir ku polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê ya li hundir û derve, welêt xistiye nava krîzeke mezin û wiha got: “Em ê bi mitînga ‘Çareserî em in’ re li dijî van polîtîkayan seknekî raber bikin. Em ê bi pêşniyarên çareseriyê li qadan bin. Ev mitîng, peywireke li ser navê gelan e. Em ê bang li dewletê bikin ku dev ji van polîtîkayên xwe yên şer û dagirkeriyê bîne. Her wiha em ji bo ‘Rêya Sêyemîn’ bang li gel bikin. Partiya me ji gelan re dibêje ku mimkine ku pergalake hemû kes tê de biaram were avakirin. Em dibêjin ku mimkine hemû kes wekhev bijî. Em, jiyaneke bê tundî û kedxwarî tê de neyî diparêzin. Desthilatdarî û muxalefet dibêjin ‘ji bilî me tu vebijêrk nînin.’ Heta niha di tu senaryoyên desthilatdariyê de gel tune bûn û her tişt ji bo berjewendiyên siyasî bi kar anîn. Lê berê me li gel e. Lewma em li dijî vebijêrkên nîjadperestî, yekperestî û neteweperestiyê ne. Em pişta xwe didin gel. Ji ber vê jî ‘Rêya Sêyemîn’ ew e ku em vê hêza gel bi bîra wan tînin.”    DÊ BERSIVÊ BIDIN DESTHILATDARIYÊ    Herî dawî jî Bîrol ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêje ku desthilatdarî êrişî partiya me dike. Em ê bi vê mitîngê bersivê bidin wan. Em ê bi vê mitîngê bibêjin ku em xwedî gotinin û aktorên sereke yên vî welatî ne. Di rêya em ber bi civakê ve diçin de kedxwarî û siyaseta şer tune ye. Em ê gel tam li hemberî desthilatdariyê bi cih bikin. Ji destpêkê heta niha ji bo mitîngê me gelek xebat kirin. Li gel civînên bi gel re, her wiha em standan vedikin û broşûran belav dikin. Em dixwazin tevahiya bajar hay ji mitîngê hebe. Banga me ji bo her kesên li dijî şer û tundiyê, yên dixwazin li dijî vê desthilatdariyê dengê xwe derxînin ew e ku dakevin qadê û tev li mitînga me bibin.”