‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’ 2022-08-02 10:04:14 AMED - Parêzer Bêrîtan Kalbîşen a ku kalikê wê Kazim Kalbîşen piştî ji hefsê hat berdan jiyana xwe ji dest da got: “Em bi pergalek ku kal û pîran û nexweşan digire rûbirû ne. Hiqûqa dijminatiyê li girtiyan tê sepandin.”    Kazim Kalbîşen ê 80 salî ji gundê Tetergazî yê bi ser navçeya Melazgira Mûşê ve bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn. Cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve di hezîrana 2020’an de hat erê kirin. Tevî ku rapora wî ya ji sedî sed a astengiyê hebû jî di tîrmeha 2020’an de li Gebzeyê hat girtin. Dema tê binçavkirin ji ser hişê xwe diçe û wî radikin nexweşxaneyê. Tevî ku baş nabe jî wî dişînin girtîgehê. Nexweşînên wek dil, KOAH, hipertansiyon pê re hebûn. Di encama rapora ku Saziya Tibî Edlî de Kalbîşen di îlona 2020’an de cezayê wî hat taloqkirin û hat berdan. Kalbîşen di 24’ê tîrmeha îsal de jiyana xwe ji dest da.    Parêzer Bêrîtan Kalbîşen a neviya Kazim Kalbîşen behsa tiştên hat serê kalike wê û bêhiqûqiya li ser girtiyan tê sepandin nirxand.    DI SÊ MEHAN DE LI SÊ GIRTÎGEHAN RAGIRTIN E    Kalbîşen anî ziman ku kalikê wê ji sala 2013’an ve nexweşînên wek felç, KOAH, hipertansiyon û dil lê peyda bûbûn û di sala 2015’an de rapora ji sedî sed astengdar e girtibû. Kalbîşen diyar kir ku li gel vê raporê jî Dadgeha Bilind cezayê kalikê wê erê kiriye û wî li sê girtîgehên Kocaeliyê hiştine û îşkence li kalikê wê hatiye kirin û adeta wî şandine mirinê.    Kalbîşen da zanîn ku kalikê wê 3 meh girtî hatiye hiştin û piştî rapora ATK’ê hatiye berdan. Kalbîşen got her çiqas kalikê wê hat berdan jî lê li nexweşxaneyê tedawiya wî kirine û ev pêvajo du sê meh berdewam kiriye û di encamê de bi xwe ve hatiye û wî ji nexweşxaneyê derxistine.    ‘PERGAL GIRTIYAN DIŞÎNE MIRINÊ’    Kalbîşen anî ziman ku ew her tim ji bo girtiyên nexweş têdikoşin lê daraz guh nade viya û însan sax dikevin girtîgehan û mirî derdikevin. Kalbîşen destnîşan kir ku pergalek ku girtiyan dişîne mirinê heye û wiha got: “Pergalek wisa ava kirine ku kal û pîran û nexweşan digirin û diavêjin zindanan. Nexweşên giran ku li ber mirinê ne bi raporên ‘dikarin di hefsê de bimînin’ nayên berdan. Divê ATK bi tena serê xwe biryarê nede. Biryarên ATK’ê cihêkarî ye. Divê ATK bibe saziyek serbixwe û li gorî fermana kesî tevger neke. Li dijî girtiyan sûcê mirovatiyê tê kirin. Dewlet şirîkê vî sûcî ye. Saetek beriya girtî bimirin tên berdan. Bên berdan jî ne mimkin e sax bibin. Li dijî girtiyên nexweş bi awayek eşkere hiqûqa dijminatiyê tê sepandin û tola ji wan digirin. Divê civak li dijî nebardana girtiyên nexweş rabe ser pêya û heke têkoşînek xurt bê kirin, dê ev rewş ji holê rabe.”    MA / Eylem Akdag