Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin 2022-08-02 10:12:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Merîvan ê rojhilatê Kurdistanê zarokên 9 û 13 salî yên bi navê Hadî û Metîn Rashidimaneş ji aliye polîsên Îranê ve bi çekê hatin qetilkirin.    Li gorî agahiyên bi dest ketine; polîsên Îranê duh li ser rêya Khorram Abad a gundê Qelqeleya Merîvanê zarokên bi navên Hadî û Metîn Rashidimaneş ku bira ne, gulebaran kirin. Di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de her du zarok hatin qetilkirin û dayik û bavên zarokan jî hatin binçavkirin.